LaWje dê li Stenbolê konserek bide 2022-02-16 16:02:51   STENBOL - LaWje ku muzîka kevneşopiya Colemêrgê berhev dike, wê di 18'ê sibatê de li Stenbolê derkeve ser dikê û konserê bide.     LaWje bi stranên xwe yên herêma Behdînanê tê zanîn. LaWje stranên herêma Behdînan ango Colemêrgê yên kevneşopî berhev dike û bi formek nû dide guhdarkirin. LaWje ji destpêka vîrûsa koronayê (Kovîd-19) cara yekem e li Stenbolê wê derkeve ser dikê û konsertek li dar bixe. Konser wê di 18’ê sibatê de li Navenda Çandê ya Suleyman Seba ya Beşîktaşê were lidarxistin. LaWje wê li ser dikê stranên klasîk ên wek “LaWjeyên Evîniyê” bi nav dike bistirê.    Konser wê êvara 18'ê mehê saet di 20.00'an de were lidarxistin.    LaWje dê di 17'ê kanûna 2021'an de li heman cihî konserek li dar bixista lê ji ber testa Covîd-19'ê ya endamên komê pozîtîf derketibû, konser hatibû taloqkirin.