Eleqeyeke mezin ji 'Rojên Ma Muzîkê' 2022-02-08 20:48:57   AMED-  Çalakiyên "Rojên Ma Musicê" yên Akademiya Ma Musicê îro li Şanoya Bajêr a Amedê bi beşdarbûna gelek kesan dewam kirin.    Çalakiyên Akademiya Ma Musicî yên di çarçoveya "Rojên Ma Muzîkê" de ku diyarî mîrê bilûrê Egîdê Cimo hatine kirin, îro li cihê Şanoya Bajêr a Amedê yê li semta Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê, bi beşdarbûna gelek kesan domandin. Ji xeynî malbatên şagirtên Akademiya Ma Musîcê kelek kes tevli çalakiya muzîkî ya "Rojên Ma Muzîkê" bûn.    Şagirtên Ma Musîcê bi tembûrên xwe û stranên xwe şeveke xweş diyarî temaşevanan kirin.    "Rojên Ma Muzîkê" dê sibê jî bidomin.