'Rojên Muzîkê' yên Ma Musicê didomin 2022-02-07 21:05:23   AMED – "Rojên Muzîkê" yên Akademiya Ma Musicê didomin.     "Rojên Ma Musicê" yên 4'an ên Akadamiya Ma Musicê didomin. Çalakiya ku li avahiya Ma Musicê ya li navçeya Peyas a Amedê hat lidarxistin, şagirtên Ma Musicê û malbatên şagirtan tevlê bûn. Çalakiya bi piyanoyê ya şagirtên akademiyê rastî eleqeyek mezin hat.    "Rojên Ma Musicê" yên 4'an ên diyarî Egîdê Cimo hatine kirin dê heya 9'ê Sibatê bidomin.