Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin 2022-01-31 14:29:27 STENBOL – Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa zaravayê kurmancî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin.    Enstîtû Stenbol (ÎSMEK) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ye, serlêdanên serdema duyemîn ên zaravayê kurmancî dan destpêkirin. Qursên vê serdemê dê di astên A-1 û A-2’yê de bên dayîn. Perwerde dê hem di nava hefteyê û hem jî di dawiya hefteyê de rû bi rû bê dayîn. Hat zanîn ku qurs dê li navendên ÎSMEK’ê yên Uskudar, Avcilar, Esenyurt, Şîşlî, Bagcilar û Kadikoyê bên dayîn.    Serdema yekemîn a qursên zaravayê kurmancî di 6’ê cotmehê de hatibûn destpêkirin. Perwerde dê bi giştî ji 120 saetan pêk bê û tê payîn ku 3 mehan bidome. Xwendekarên beşê dikarin di dawiya qursê de bikevin ezmûnê û belgeyên xwe wergirin.    Yên ku dixwazin qeyda xwe çê bikin, dikarin li ser vê lînkê serlêdanê bikin: