Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî 2022-01-31 10:16:23   AMED - Me dîmenên deverên qedexekirî yên taxên Sûrê ku 6 sal in ji gel tên "veşartin" kişand.        Bajar, ji cihekî fizîkî wêdetir taybetmendiyên civaka ku têde dijîn didine der. Li gorî rewşa çandî û civakî teşe digirin û bi gotineke din rengê civakê nîşan didin. Ji ber vê bajar û civaka ku di wan de dijîn weke parçeyên ji hev nayên cihêkirin tên dîtin. Navçeya Sûrê ya Amedê ku salên dûr û dirêj in nasname û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn jî bi van hemû taybetmendiyên xwe yek ji van bajaran e. Lê navçeya Sûrê ku bîra wê heye, hem ji ber hilweşandina ku bi qedexeyên derketin derve re dest pê kir hem jî bi avakirina malên ku dişibin girtîgehê van hemû taybetmendiyên xwe yek bi yek winda dike.     ÇED MAL HATIN HILWEŞANDIN?   Li Sûrê ku di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) de cih digire de di 6 û 13'ê îlon, 10 cotmeh û 28'ê mijdara 2015'an de 4 caran qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di 2'ê qanûna heman salê de li taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmazê hatibûn qedexekirin. Ev qedexe bû qedexeya herî dirêj a dinyayê. Li gorî raporeke Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), ji sedî 72'yê her şeş taxan piştî qedeyan hatiye hilweşandin. Dîsa mizgeft, dêr, dibistan, hemam jî di nav de 334'ê wan tomarkirî bi giştî 3 hezar û 569 avahî hatin hilweşandin. Li şûna van malan malên ku dişibin girtîgehên bi tîpên F û S hatine lêkirin. Ev mal bi kevirên bazalt ên bi makîneyê hatine birîn û bi yek rengî li dijî avahîsaziya bajar hatine lêkirin. Demeke dirêj dora van malan bi bariyaran hat girtin. Beriya demekê destûra têketina van malan hat dayîn   KIŞANDINA SÛRÊ   Herî dawî qeyûmê Sûrê Abdûllah Çîftçî, di meha kanûnê ya sala 2021'an de daxuyanî dabû û giyar kiribû ku têketin û derketine 6 taxan ne qedexe ye, tenê qadên şantiyeyan girtî ne. Qadên şantiyeyan jî taxên Cevat Paşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş û Cemal Yilmaz ku piştî qedexeyan hilweşandinên herî zêde li wan pêk hatine. Em çûn van qadan û dîmenên wan kişand. Her çiqas bê gotin ku qedexe ne jî ne xebatkarên şantinyeyan ne jî kesên ji resterasyonê berpirsyar me asteng nakin ku em li nav avahiyên dîrokî bigerin. Belim jî ji ber ku me ji şantiyayê peywirdar dizanin, dengê xwe ji me re nakin. Li ser vê min bi hevalê cem xwe re wênekeşa xwe derxist û dîmenên avahiyên dîrokî yên 6 sal in ji herkesî tên veşartin û li ser piya mane yek bi yek kişand.     MA / Gokhan Altay