Walîtiyê nehişt standa ji bo xebatên kurdî bê vegirtin 2022-01-28 09:03:17 ÊLIH - Walîtiya Êlihê, nehişt Platforma Zimanê Kurdî ji bo xebatên xwe li bajêr standê vegire.  Platforma Zimanê Kurdî, di 13'ê Cotmeha 2021'ê de li Êlihê nûnertî vekir û xebatên xwe yên ji bo kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê lezandin. Endamên platformê, ji bo kurdî bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr re hevdîtinan dikin. Endamên platformê ku zêdetirî 3 meh in li bajêr dixebitin, ji xeynî kampanyaya îmzeyan a li ser înternetê, di çalakiyan de jî îmzeyan berhev dikin. Endamên platformê, xwestin li bajêr ji bo xebtatên kurdî standê jî vegirin, lê belê Walîtiya Êlihê destûr neda. Walîtiya ku ji bo AKP'ê û hemû saziyên nêzî AKP'ê destûra vegirtina standan dide, daxwaza platformê ya ji bo vegirtina standê bi hinceta Covîd-19'ê red kir.    MILYONEK ÎMZE   Berdevka Platformê Elîf Kivircik, bibîr xist ku armanca wan, heya 21'ê Sibatê li seranserê welêt milyonek îmze berhev bikin. Kivircik got: "Em bi boneya kampanyaya îmzeyan hevdîtinê bi gel re dikin. Helwesta gel pir baş e. Dibêje, gere dewlet vê daxwazê qebûl bike. Tenê îmzeyê nadin, di heman demê de îmzeyan jî berhev dikin. Forman ji me distînin û diçin li taxên xwe îmzeyan berhev dikin. Forman dadigirin û wan ji me re tînin."    WALÎ NEHIŞT   Kivircik, da zanîn ku di Sersalê û kongreya HDP'ê de gelek îmze berhev kirine û got: "Me xwest em standê vegirin, lê walîtiyê nehişt. Me du caran serî lê da, lê walîtiyê her du serlêdan jî qebûl nekirin. Redkirina serlêdanan neyta wan aşkere dike. Nehiştina vegirtina standê, di asasê xwe de neqebûlkirina kurdî ye jî. Li bajêr daxwazên gelek sazî û dezgehan ên ji bo vegirtina standan tên qebûlkirin, lê gava mesele dibe kurdî qebûl nakin."