Li kuçeyên Sûrê ‘Serê Salê’ hat pîrozkirin 2022-01-12 16:59:54 AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê li navçeya Sûrê ya dîrokî şahiya ‘Serê Salê’ li dar xist û dîmenên xweşik derketin holê.    Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi boneya serê sala kurdî ku di 13’ê çile de dest pê dike li navçeya Sûra Amedê ya dîrokê şahiya ‘Serê Salê’ li dar xist. Endam û rêveberên komeleyê cilên herêmî li xwe kirin û beşdarî şahiyê bûn. Zilaman cilên jinan li xwe kirin û jinan jî cilên zilaman li xwe kirin û li kuçe û kolanên Sûrê geriyan û serdana esnafan kirin. Di şahiyê de li erbanê û defe dan û welatiyan eleqeyek zêde nîşanî şahiyê dan. Esnaf û welatiyan xelat û diyariyan dan kalik û pîrik û vê kêfxweşî û coşa şahiyê bi telefonê xwe qeyd kirin.    Car caran li kuçeyan govend gerandin û dirûşma “Serê salê pîroz be” berz kirin. Welatiyan bi çepikan serê salê pêşwazî û pîroz kirin. Şahiya li kuçe û kolanan bi dawî hat û pişt re jî li hewşa Komeleyê şahî hat lidarxistin û govend hat gerandin.