Patforma Zimanê Kurdî: Ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin 2022-01-06 09:53:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Zimanê Kurdî, ji bo dersên kurdî yên bijarte daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku malbat ji bo zarokên xwe dersên kurdî yên bijarte hilbijêrin û li zimanê kurdî xwedî derkevin.    Li dibistinaên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê, pêvajoya hilbijartina dersên hilbijarî yên ji bo Sala Hîndekarî û Perwerdeyê ya sala 2022-2023 bên dayîn di 3'ê çileyê de dest pê kir. Wê ev pêvajoya heta 21'ê çileyê berdewam bike û kesên ku bixwazin dersên hilbijarî ji bo zarokên xwe bixwazin divê heta 21'ê çileyê de ji miduriyetên dibistanan re ragihînin. Di bernameya Wezareta Perwerdeyê Neteweyî ya Tirkiyeyê de gelek dersên hilbijarî hene. Dersên kurdî yên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî jî di bin navê "Zarava û Zimanên Dijî" de tên dayîn.    'DERSA BIJARTE HELWESTEKE ZIMANÎ YE'   Platforma Zimanê Kurdî, ji bo dersên kurdî yên hilbijarî daxuyaniyeke nivîskî da. Plaatformê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku her çiqasî armanca wan a sereke hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî divê zimanê kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin û wiha got: "Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bi cîh werinîn dê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe. Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên zimanê kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên kurdî perwerde bikin. Mamosteyên kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi zimanê kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive dayik û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin."   'SIYASETÊ BI KURDÎ BIKIN!'   Di berdewamê de Platformê xwest kurd bi kurdî biaxivin û ev bang li kurdan kir: "Gelî kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi kurdî bi axivin. Siyasetê bi kurdi bikin! Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn. Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê kurdî derkeve. Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de."