Konsera LaWje hat taloqkirin 2021-12-16 19:58:11   NAVENDA NÛÇEYAN- Konsera LaWje ji ber Covîd-19'ê hat taloqkirin. Hat ragihandin ku testa du hunermendên LaWjeyê pozîtîf derketiye û konser ji ber vê hatiye taloqkirin.   Konsera LaWjeyê ku dê di 17'ê Kanûnê de li Stenbolê bihata lidarxistin hat taloqkirin. Hat ragihandin ku konser ji ber ku testa Covîd-19'ê ya du hunermendên LaWjeyê pozîtîf derketiye hatiye taloqkirin û dê dîroka konserê ya nû di nêz de bê eşkerekirin.