Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî 2021-12-04 09:17:12 RIHA - Dengbêj Mistefa ku gava xort bûye pir hewl daye biçe di Radyoya Êrivanê de bistrê, lê ji ber şert û mercên wê demê nikaribûye biçe, niha di şevbuhêrkan de bi kilamên xwe dibe ronî ji bo çand û dîroka kurdî.  Dengbêj Mistefa (Mustafa Tek) ku li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dijî, bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîrokê. Dengbêj Mistefa di sala 1960'î de li gundê Sarişix ê navçeya Pirsûsê hatiye dinê. Dema zarok bûye cara ewil kilamên dengbêjiyê ji dayika xwe û xalên xwe guhdar kiriye û pir li xweşiya wî çûne. Her wiha guh li gelek dengbêjin hatine gund jî kiriye û yek ji wan dengbêjan jî Baqî Xido bûye. Kilama "Derwêşê Evdî", "Delalê Edûlê", "Bêmal", "Mem û Zîn", "Lo Dilo" û "Evnî Beg" ên ku Baqî Xido gotine ji ber kirine. Mitefa di zarokatiya xwe de, ji bo wan kilamên ji ber kirine ji bîr neke, her roj berî razanê ew dubare kirine.     XEYALA WÎ RADYOYA ÊRIVANÊ    Gava dibe xort vê carê di radyoya bavê xwe de guh li Radyoya Êrivanê dike. Radyoya Êrivanê tesîrek mezin lê dike û dixwaze biçe radyoyê bistrê. Ji bo biçe Ermenîstanê û di Radyoya Êrivanê de bistrê heywanên xwe difiroşe û pasaporta xwe çêdike, lê ji ber ku ne xwende bûye û bi rê û rêbazê nizanibûye kiriye nekiriye nikaribûye biçe Ermenîstanê û Radyoya Êrivanê. Piştî ku nikaribûye biçe Ermenîstanê, vê carê ji bo kilamên ku ji ber kirine ji bîr neke, bi tena serê xwe distrê. Salên dûr û dirêj li ser înşeatan dixebite û di salên 2000'î de ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe li kolanan û şevbuhêrkan distrê.    BI KILAMÊN XWE DIBE RONÎ JI BO DÎROKÊ   Piştî wextekê Mistefa cardin dest bi kilaman dike û vê carê ew bi xwe kilaman çêdike. Ji ber ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, kilamên xwe tenê ji ber dizane. Heya niha 10 kilam çêkirine.    Dengbêj Mistefa, di kilamên xwe de behsa bûyerên girîng ên wekî girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana Kobanê jî dike. Her wiha di kilamên xwe de behsa zor û zehmetiyên jiyanê jî dike û du kilam avêtine ser zor û zehmetiyên ew bi xwe bi wan re rû bi rû maye.    Mistefa niha li ser înşeatan, li kolanên Rihayê, di şevbuhêrkan de û li avahiya partiya ku piştgiriya wê dike distrê. Mistefa, diyar dike ku armanca wî ew e ku şewqekê bide dîrokê.   Mistefa bilêv dike ku ji bo dîroka kurdî neyê jibîrkirin çi ji destê wî bê dê bike û dibêje: "Dengbêjî ji bo çand û dîrokê bigihîne pêşerojê xwedî cihekî girîng e. Dengbêjî çanda gelê kurd e. Divê ev çand tu carî neyê jibîrkirin. Ger ne ji dengbêja bûna, dê kes bi dîrokê nizanibûna."   'DIVÊ EV ÇAND WINDA NEBE'   Mistafa, dide zanîn ku berê li Rihayê gelek dengbêj hebûne û dibêje: "Ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe divê her kes xwe têxe bin vî barî. Min demek dirêj kilam negotin û dawiyê min fêm kir ku ez di xeterêkê de me. Niha ez dixwazim di hemû civata de bêjim. Divê ev kevneşopî winda nebe."   MA / Emrûllah Acar