Don Kîxot li Rihayê derket ser dike 2021-11-28 21:53:33   RIHA - Bi organizasyona Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê ya  lîstika Don Kixot ya kurdî derket ser dike û temaşevanan bi kêfxweşî lê temaşe kir.    Komîsyona Zimanê Dayikê ya Baroya Rihayê xebatek hunerî li dar xist. Bi pêşengiya Komîsyonê lîstika Don Kîxot a bi kurdî ku ji aliyê koma Şanoya Bajêr a Amedê tê leyîstin, li avahiya Eywana Konferansê ya Baroyê Tahîr Elçî derket ser dike. Temaşevanan eywan dijte kir. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu jî beşdarî temaşekirina leyîstikê bû. Ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin deqîqeyek rêz hat girtin.    Pişt re leyîstik derket ser dike û temaşevanan bi kêfxweşî temaşeyî şanoyê kirin. Temaşevan têra dilê xwe keniyan û ji bo leyîstikvanan li çepikan dan.    Di dawiya pêşandana lîstikê de şanoger Ozcan Ateş axaftinek kin kir û Tahîr Elçî bi bîr anî û diyar kir ku heta edalet li ser van xakan derkeve dê têkoşîna xwe bidomînin.