Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî 2021-11-18 16:53:12 AMED - MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji bo zarokan şahî li dar xistin û balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî.    Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, di çarçoveya kampanya ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerdehî bê dayîn de li taxa Abdal Dede ya navçeya Sûrê ya Amedê şahiya zarokan li dar xistin. Di şahiyê de resm hatin xêzkirin û serçavên zarokan hatin boyaxkirin. Bi armanca xwedî derketina li zimanê zikmakî alfabeya kurdî li depê hat nivîsandin û fêrî zarokan hat kirin.  Di şahiyê de bi erbanan re kilam hatin gotin û goven hatin gerandin. Zarokan di şahiyê de têra dilê xwe kêf kirin.  Piştre pirtûka Destpêka Kurdî, pirtûka boyaxê û tîma boyaxê li zarokan hatin belavkirin û şahî hat bidawîkirin.