Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû 2021-11-17 16:18:19 ŞIRNEX - "Mihrîcana Şano û Zarokan" a ku ji aliyê Şaredariya Silopiyayê ya HDP'ê ve hat lidarxistin, bi şahiya zarokan bi dawî bû.   "Mihrîcana Şano û Zarokan" a ku ji aliyê Şaredariya Silopiya ya Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di navbera 20'ê Cotmehê û 17'ê Mijdarê de hat lidarxistin, bi şahiya zarokan bi dawî bû. Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk û gelek zarok beşdarî şahiyê ya li Parka Ahmet Kaya ya hat lidarxistin bûn.   Perwerdekarên Kargeha Hunerê ya Aryen di çarçoveya festîvalê de rûyê zarokan boyax kirin. Di festîvalê de kêfa zarokan hêjayî dîtinê bû. Piştî kargeha boyaxkirinê festîval bi dawî bû.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.