Nivîskarên kurd dê li Amedê li hev bicivin 2021-11-12 16:36:53   AMED - Nivîskarên kurd, wê sibê li Amedê di aktîvîteya ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve tê organîzekirin de bên cemhev.   Nivîskarên kurd, wê sibê li Amedê di aktîvîteya ku ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve tê organîzekirin de bên cemhev. Aktîvîteya dê saet di 11.00'an de li kafeyeke Vîlayên Dîclekentê yên navçeya Peyasa Amedê pêk were.  Nivîskar dê di taştê de li ser girîngî û taybetmendiya nivîskarî, wêje, zimanê kurdî, pirsgirêkên nivîskaran û yekîtiya nivîskaran bisekinin.