NÇM li benda şagirtên xwe ye 2021-11-10 10:12:56   STENBOL - NÇM ji bo pêşveberin û xwedîderketina çand û hunera kurdî xebatên xwe didomîne û ji bo kursên dane dest pê kirin, qeydên wan didomin.    Navenda Çanda Mezopotamya di 27’ê Îlona 1991’an de li Stenbolê ji aliyê Rewşenbîrê Kurd Mûsa Anter û komek rewşenbîrên din ve hatiye avakirin. NÇM’ê tevî hemû zext û êrişên li ser wê hatin kirin û tên kirin jî xebatên xwe bênavber didomîne. NÇM piştî heyama pandemiyê ji 3’yê îlonê ve dersên wek tembûr, gîtar, santur, keman, flût, klarnet, zirne, mey, piyano, şando, wêne û peykeran dide. Gelek şagirt beşdarî van kursan ango dersan dibe û qeydên ji bo van kursan jî berdewam dike.    WEK KARGEHAN DERS DIDIN      Ji perwerdekarê NÇM’ê Ferît Elalmiş derbarê xebatên saziyê de agahî dan û got şewba Kovîd-19’ê gelek beşdariya rêjeya kursên wan kêm kiriye. Elalmiş da zanîn k udi her beşê de dersa sê çar xwendekaran didin û çawa pandemiyê bandorê li ser her kesî kiriye li ser NÇM’ê jî kiriye û tevî vê yekê jî ew derse didin û ew dersan bi şeklê kargehan jî didin.    BANGA PÊŞÎLÊGIRTINA ASÎMÎLASYONÊ KIR    Elalmiş destnîşan kir ku armanca damezrandina NÇM’ê ew bû çand û hunera kurdî bi pêş ve bibe û heta îro gelek hunermend û komên muzîkê li NÇM’ê têgihiştine.  Elalmiş bal kişand ser armanca kursan û wiha got: “Em bi van kursan ango dersan ji bo şagirtan di warê hunerê de dibin alîkar. Hevalên ku kursên xwe diqedînin dikarin di bin banê NÇM’ê de xebatên xwe bidomînin. Em li benda şagirt, ciwan û gelê xwe ne werin beşdarî dersan bibin û em bi hev re hunera xwe biafirînin.”    ŞAGIRT JI DERSAN KÊFXWEŞ IN    Ji şagirtên NÇM’ê Recep Ozkaya ku dersa erbanê dibîne jî diyar kir ku nêzî salekê ye ders dibîne û huner û muzîka kurdî ji bo wî gelek watedar e û ji bo li ser gelê kurd polîtîkaya asîmîlasyonê heye wî xwestiye di warê hunerê de xwe li pêş bixe. Ozkaya anî ziman ku ew ji kursa xwe memnun e û bang li ciwanên kurd kir ku ew jî werin beşdarî dersan bibin û li ber polîtîkyên asîmîlasyonê derkevin û hunera kurdî li pêş bixin.    DENGÊ ERBANÊ DENGÊN MEZOPOTAMYAYÊ YE    Ji şagirtên ku dersa erbaneyê dibîne Lezgîn Duruk jî got ew di demek kin de fêrî erbaneyê bûye û ji ber ew ji dengê erbaneyê hez dike dersa erbaneyê bijartiye. Duruk destnîşan kir ku dema dengê erbaneyê tê wî wek ku hemû dengên Mezopotamyayê tên wî û ew gelek ji vî dengî hez dike û ev deng gelek wî şanaz dike. Duruk got dema ew kursa xwe biqedîne jî dixwaze dersa erbaneyê bide zarokan  û dixwaze ew zarokan bi çanda wan li pêş bixe.