Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin 2021-11-04 09:06:55 ÊLIH - Mizgefta Koçê û Kasir Rabî yên piştî ava Heskîfê kêm bû cardin derketin holê, bi makîneyên karî tên xerakirin.  Piştî ku ava Bendava Ilisû ya Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salan daqurtan kêm bû, gelek berhemên dîrokî cardin xuya kirin. Mizgefta Koçê û Kasir Rabî yên piştî ava Heskîfê kêm bû cardin derketin holê, bi makîneyên karî tên xerakirin.   Gelek deverên dîrokî yên di bin avê de mabûn, îsal ji ber hişkesaliyê cardin derketin holê. Piştî vê bi makîneyên karî dest bi rûxandina van deveran hat kirin. Kemçeyan dest bi xerakirina Mizgefta Koçê ya 650 salî û Kasir Rabî ya 273 salî yên piştî kêmbûna avê xuya kirin, kirin. Di dema xerakirinê de ji bo keleha dîrokî û mizgeftê tu tevdîr nayên girtin û hat ragihandin ji ber vê gelek deverên dîrokî texrîb dibin.