Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin 2021-11-03 09:09:31 WAN - Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, bi beşdarbûna 110 parêzeran kursa kurdî da destpêkirin.  Komîsyona Ziman a Kurdî ya Baroya Wanê, ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin. 110 parêzer tevli kursê bûne û li baroyê li 3 polên cuda tên perwerdekirin. Nivîskarê ferhenga hiqûqê ya kurdî Sebir Ebdûlahîzad, heftê du rojan dersê dide. Kurs, dê salekê dewam bike.    ‘PÊDIVÎ BI PERWERDEHIYA KURDÎ HEYE’   Ebdûlahîzad, diyar kir ku parêzer bi kelecan û kêfxweşiyek mezin tevli kursê bûne. Ebdûlahîzad, destnîşan kir ku di warê hiqûqê de pêdivî bi perwerdehiya kurdî heye û divê parêzer di vî warî de xwe bipêş bixin. Ebdûlahîzad, bilêv kir ku ji bo parastina heqiyê ewilî divê mirov bi zimanê gel zanibe û ji bo parêzer muwekîlên xwe baş fêm bikin pêdivî pewerdehiyek bi vî rengî heye.    ‘DÊ HEJMAR ZÊDE BIBE'   Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Wanê Kadîr Kûtevî jî diyar kir ku hê jî gelek parêzer ji bo perwerdehiyê serlêdanê dikin û heya niha 110 parêzer tevli kursê bûne, lê dê ev hejmar zêde bibe. Kûtevî, destnîşan kir ku bi saya perwerdehiyê dê kesên bi kurdî nizanin hînî kurdî bibin, ên zanin jî dê hem xwe bipêş bixin hem jî zimanê hiqûqê hîn bibin û ji bo kursê bang li parêzeran kir.