Ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî kirin fîlm 2021-11-01 09:14:49 KOBANÊ – Derhêner Ozlem Yaşar ku fîlmê berxwedana Kobanê çêkir dibêje ruhê ku serkeftina Kobanê afirandî rastî ye. Yaşar diyar kir ku ya diket ser milê wan jî ew bû ku vê rastiyê bi hunerê şênber bikin.  Serkeftina li dijî DAIŞ’ê ku mîna ewrên reştarî li ser serê mirovahiyê kom bûbûn, bi berxwedana Kobanê re di dîroka têkoşînê de rûpeleke nû vekir. Berxwedana li bajêr ku bi mehan berdewam kir û çav û guhê hemû cîhanê li ser bû, bi navê “Kobanê” di sînemayê de cîh girt. Derhênera fîlm Ozlem Yaşar û Komuna Fîlman a Rojava jî çêker e fîlm e.  Sînoryaya fîlm ji hêla rojnameger û nivîskar Medya Doz û Ozlem Yaşar ve hat amadekirin. Di fîlm de pêvajoya êrişa DAIŞ’ê ya di 2014’an de ya li dijî Kobanê û şerê piştî wê hatiye vegotin. Di gelek beşên fîlm de ku li Kobanê, Tebqa û Firatê hatine kişandin, gelek sînemagerên Komûna Fîlman a Rojava, enternasyonalîst û Kurd tê de cîh girtin.    Tê gotin ku bi munasebeta 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê fîlm îro bê ragihandin. Derhênera fîlma “Kobanê" Ozlem Yaşar têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Yaşar diyar kir ku dema wan fîlmê xwe dikişand, Tirkiyeyê carnan êriş dikirin. Yaşar daxuyand ku ev şer di dîrokeke nêz de qewimî ye û wan jî xwest di sînemayê de cih jê re veqetînin.    Di berdewamê de Yaşar da zanîn ku gelên herêmê 7 sal berê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civiyan û rêveberiya xweser ragihandin. Yaşar destnîşan kir ku gelên li vê herêmê bi armanca bersivandina pirsa “gelo em ê çawa bikarin sîwaneke ku em hemû bi hev re, wekhev û azad bijîn ava bikin” hatine gel hev. Yaşar dibêje ev pergala ku ji hêla gelên herêmê ve hatiye damezirandin, dikare ji tevahiya mirovahiyê re bibe mînak. Yaşar bibîr xist ku DAIŞ’ê piştî qirkirinên li Mûsil û Şengalê, berê xwe da Kobanê û êrişî pergala wê kir ku hemû gelên herêmê bi hev re damezirandibû.    HÊZA BERXWEDANÊ NÎŞAN DA   Yaşar got ruhekî ku statûkoya heyî red dike û dibêje; ‘jiyaneke cudatir pêkan e’ derketiye holê û wiha domand: “Serhildana hêzeke wisa bû ku vê hêzê li dijî qirkirin, tunekirin û zextên li ser Kurdan digot; ‘yên ku li vir em in, bi salan e em li ser vê xakê dijîn û me pêşengtiya şaristaniyan kiriye.’ Kobanê veguherî ruhekî wisa ku hemû kesên ev hest dijiyan xwedî lê derketin, mirov dikare bibêje dilê wan li wir lê dida û xwe di wê berxwedanê de didîtin. Li dijî DAIŞ’ê ku hêzên xwedî dewlet jî pê nedikariyan û bi serê hemû cîhanê ve bûbû bela, hejmareke kêm a mirovan ên bêçek mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax têkoşiyan. Wan, ev hêz nîşanî hemû cîhanê dan. Lewma ji bo hemû mirovahiyê bû hêviyek, bû kelecanek.”    CIHÊN KU FÎLM LÊ HATIYE KIŞANDIN   Ozlem Yaşar da zanîn ku hemû sehneyên fîlm li Rojava hatine kişandin û wek cih jî bi taybet Kobanê hatiye bikaranîn.    ŞERVAN JÎ DI FÎLM DE HENE   Bi domdarî Yaşar destnîşan kir ku fîlm bi awayekî xwezayî li Kobanê pêş ketiye û wiha pê de çû: “Hema hema hemû kesên ji bo fîlm bi min re xebitîn, wan bi xwe ew şer jiya ye. Gelek kesên di fîlm de cîh digirtin, rola xwe bi xwe dilîst. Wek lîstikvanên alîkar di beşên rewşa şer de, koçberî, vegera li bajêr û şerê piştre de gelek caran xuya dikin. Li hêla din gelek kesên wê demê di nava refên YPG û YPJ’ê de cîh digirtin, di fîlm de lîstin. Kesên bi rola xebatkarên tenduristiyê, dayikên ku li eniyên paş ji şervanan re xwarin çêdikirin, kesên şervanên jiyana xwe ji dest didan vedişartin û hwd. rola xwe bi xwe dilîstin. Yek ji lehengên fîlm Gelhat e û kesê ku rola wî dilîst Awar Alî ye. Wî hevalî jî di nava vê pêvajoyê de cîh girtibû. Her wiha kesên di nava koma Şemsî Şîmal de cîh digirtin jî di film de hene.”   CIHÊN KU ŞOPÊN ŞER HÊJ JÎ LÊ ZINDÎ   Derhêner Yaşar anî ziman ku yek ji tiştên herî zêde ruh dide fîlm û mirov bikare herî zêde hîs bike jî cih e û wiha peyîvî: “Lewma me fîlm li Kobanê kişand. Li wir hêj niha jî şopên şer pir zindî ne. Hema hema her cihê ku me fîlm lê dikişand, em rastî şopên şer dihatin. Me şahidiya kesên li wir birîndar bûn, kesên li wir jiyana xwe ji dest dane kir. Me hewl da fîlm, li cihê ku şer lê qewimî bû çêbikin. Bêguman vê yekê berpirsyariyeke hestê jî bi xwe re anî. Me hewl da tişta heyî bi rengekî herî baş û herî rast nîşan bidin. Hewce ye cih jî ji milekî ve nûnertiya vê rastiyê bike. Di esasê xwe de mirov dikare bibêje ku sînema ji hêlekî ve şêweyekî şîrovekirina cih e. Ew yek ji wan deveran e ku em dikarin ezmûnên berê li wir biceribînin. Me jî hewl da ji vê sûd bigirin.”   'ME FÎLM DI BIN ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ DE KIŞAND’   Yaşar destnîşan kir ku her roj gef li statûya Rojava tên xwarin û kişandina fîlmekî ya li devereke wiha bi tena serê xwe zehmetiyên mezin bi xwe re tîne û wiha derbirî: “Zehmetiya me ya herî mezin êriş bûn. Çêkirina fîlmî di di dema êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de kete rojeva me. Lê me ji neçarî projeya xwe paşde xist. Mijara fîlm, şerê bajêr ê Kobanê ye. Dema fîlm jî gelemperî zivistan e. Di dema kişandina fîlm de em gelek caran rastî gef û êrişan hatin. Deverên ku em lê diman hatin topbarankirin, balafirên keşfê yên Tirkiyeyê li ser me digeriyan û li deverên ser sînor jî pirî caran gef li me dihat xwarin. Heta gelek caran gule li me reşandin. Lê tevî hemû zext û gefan jî me fîlmê xwe kişand. Li gel van zehmetiyan, pandemiyê jî kir ku fîlmê me hinek vemîne û pirsgirêk derkevin.”    DI 1’Ê MIJDARÊ DE BANGEWAZΠ   Yaşar daxuyand ku gelek derdor berxwedana Kurdan a li Kobanê wek berxwedaneke ji bo mirovahiyê pênase dikin û ev şîrove kir: “Li gorî me ev pênase, pênaseyeke rast e. Vê berxwedanê baş nîşan da ku tevî hemû bêderfetiyan jî heke mirovahî bi hêvî be, wê demê serkeftin her tim pêkan e. Mirovahiyê bi ragihandina 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re ev nirx nîşan da. Me jî hewl da fîlmê vê berxwedana dîrokî çêbikin. Ev fîlm dê bibe tiştekî yekemîn. Bêguman ev dê ya dawî nebe. Ji ber ku serpêhatiya her kesê li vir şehîd bûye, bedel da ye, birîndar bûye û hemû kesên ku li vir ked dane hêjayî fîlmekî ye. Dê bidome, berxwedana Kobanê dê bibe mijara fîlm û stranên berxwedanê. Dê gelek qadên hunerê yên cuda vê mijarê vebêjin. Em ê di 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de fîlmê xwe ragihînin. Wateya vê bo me tiştekî cuda ye.”   EM PARÇEYEKE KOBANÊ NE   Derhêner Ozlem Yaşar herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Em parçeyeke wî şer û berxwedanê ne. Dilê her Kurdekî wê demê bi Kobanê re bû. Dilê wan, hizra wan, guhê wan bi şiklekî her li ser Kobanê bû. Li gel hevalê min ê zarokatiyê, gelek hevalên min ên din li vir jiyana xwe ji dest dan. Wek derhênerek yek ji tişta ku zêde bandor li min kir jî ev bû. Kobanê rast bû, ew ruhê ku ber bi serkeftinê ve birî rast bû. Tişta herî mezin ku em bikarin bikin ev e, divê em rêz û hurmeta xwe bi hunera xwe nîşanî wan bidin. Ked û fedekariyeke gelek mezin a her hevalekî me di vê xebatê de heye. Wateya Kobanê ji bo her kesî cuda ye, mirov vê bi rehetî dibîne. Ev hewldan, encama vê kedê ye.”    Yên ku fîlm mereq dikin dikarin li ser van hesaban bişopînin: “instagram.com/kobanefîlm , twitter.com/kobanefîlm , facebook.com/kobanefîlm”    MA / Nazim Daştan