Zarok MA ji zaroka re şahî li dar xist 2021-10-31 17:08:46   ÎZMÎR- Zarok Ma ku li taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ji zarokan re şahî li dar xist, bi çalakiyên rengîn bi zarokan dem xweş da derbaskirin.      Li taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ya Îzmîrê, Zarok Ma bi şahiya ku li dar xist bi zarokan re hat gelhev. Zarok Ma, bi muzîkê li taxê geriya û zarokan vexwend şahiyê. Zarokên taxê û zarokên gelek navçeyên Îzmîrê tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de Zarok MA, rûyê zarokan boyax kir û piştre atolyeya muzîk û resman pêk anî. Di şahiyê de bi zarokan re malbatên wan jî demeke xweş derbas kirin.    Şahî bi konsera muzîkê bi dawî bû.