Komeleya Hunerê ya Dîcleyê dê ji bo zarokan qursên nû çêbike 2021-10-28 09:04:50   AMED - Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê di serdema nû ya perwerdehiyê de ji bo zarokan qursan çêbike.    Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ku ji ber pandemiyê demeke dirêj dersên xwe bi awayekî onlayn dida, di 23'yê Cotmehê de dest bi perwerdehiya rû bi rû kir. Komele di warê wêne, resim, gîtar, şano, folklor û gelek qadên din de dersê dide. Perwerdekarê komeleyê Omer Baran, destnîşan kir ku dê bi hunerê pêşî li ber polîtîkayên asîmlasiyonê û şerê taybet bigirin.    Baran, destnîşan kir ku di dema pandemiyê de jî şagirtên xwe bê muzîk nehiştine û got: "Em dixwazin mirov bên vir û aktîvîteyên wan ên civakî zêde bibin. Nha herî kêm 60 şagirtên me hene. Em di warê gîtar, baxleme, şano, wêne, folklor û gelek qadên din de perwerdehiyê didin."    JI BO ZAROKAN KURSÊN NÛ   Baran, da zanîn ku dê di heyama nû de ji bo zarokan jî hin xebatan bikin û got: "Em ê li taxên Sûrê yeko yeko biçin malan û bi zarokên temenê wan di navbera 8-11 salan re eleqedar bibin. Em bi tu awayî doza heqekî li van zarokan nakin. Tenê em dixwazin zarok bi hunerê re bilî bibin. Li vira 6 perwerdekarên me hene û qadên me hemûyan jî cuda ne. Em ê qabîliyeta zarokan kifş bikin. Piştî wextekê jî em ê li gor qabîliyeta wan polan çêbikin. Em ê piştî perwerdehiyê ji bo zarokên bi muzîkê re eleqedar dibin, koroyeka zarokan çêbikin. Paşê jî em ê ji bo malbatên wan çalakiyeke biçûk li dar bixin."    PERWERDEHIYA ALTERNATÎF   Baran, destnîşan kir ku huner jibo pêşketina zarokan pir girîng e ûû got: "Em tenê perwerdehiya muzîkê û wêneyan nadin. Em hewl didin ku kesên tên virê di pêşerojê de bibin perwerdekar. Em zemîna hunereka alternatîf didin ber wan. Perwerdekarên li vira jî, berê şagirtên vir bûn. Deriyê komeleya me ji bo her kesî vekiriye. Armanca me ya sereke domandina çand û hunera kurdî ye."    ‘EM Ê BI HUNERA XWE JIYANEKE NÛ AVA BIKIN'    Baran, diyar kir ku kursiyer xwedî li komeleyê derdikevin û eleqeyeke zêde ji bo komeleyê heye û got: "Li herêma me li hemberî ciwanan polîtîkayine cidî hene. Em ê bi hunera xwe bersivê bidin van polîtîkayan. Berê şagirtekî me yê pêgirtiyê tiryakê hebû. Hta komeleyê, bi hunerê re eleqedar bû û xwe ji tiryakê rizgar kir. Em dixwazin ciwanan û zarokan daxilî nav hunerê bikin û ji van tiştên xirab dûr bixin. Em ê nehilin ciwanên me têkevin nav nahpikên van tiştan. Em ê bi hunera xwe jiyaneke nû ava bikin."