Pîşeya ku ji bêderfetî dijî! 2021-10-25 09:06:10 RIHA - Mehmet Yîgît ku 66 sal in pîşeya sifirkariyê dike, da zanîn ku ji bêderfetî pîşeya sifirkariyê dike û hişyar kir ku heke lê xwedî neyê derketin wê tune bibe.  Bi sedan salan e sifir bi çakûçan tê kotan û pê amûrên cuda tên çêkirin. Lê ev pîşeya ku sedan salan e didome, ji ber hilberandina amûrên fabrîqasyon ku bi teknolojiya pêşketî tên çêkirin, demên xwe yên dawîn dijî. Hatiye wê astê ku li Sûka Seferan a beriya 90 salî hatiye avakirin niha tenê osteyekê sifir heye. Mehmet Yîgît (73) ku tenê dikana wî li Sûka Seferan heye, ji 7 saliya xwe ve vî pîşeyî didomîne. Yîgît, destnîşan kir ku êdî kes li pîşeya sifirkariyê xwedî dernakeve û di demeke nêz de wê pîşe bi tevahî bi dawî bibe.    KESÊ HERÎ BIÇÛK Û MEZIN Ê SÛKÊ!   Yîtît, da zanîn ku dema dest bi karê sifirkariyê kiriye kesê herî biçûk ê Sûka Sefaran bûye û wiha got: "Niha jî bûm kesê herî mezin ê sûkê yê bi tenê. Ji ewqas dikanan ez tenê mame. Heke federasyon û ew midurên turîzmê ku zikê xwe mezin dikin lê xwedî dernekevin wê ev pîşe bêguman tune bibe. Sifir gelek biha ye. Sifirê xam bi sed kaxizî tê. Di nav du rojan de ez ê teşe bidimê. Lê beyî ku kar bikim neçar dimînim bifiroşim. Berê ji serê sibehê heta nîvro yekê çêdikir. Lê niha ji du rojan carekê yekê çêdikim. Êdî emr û laş nikare bike. Mêjî jî. Ji ber ku biha ye kes jî nakire. Kesê bê vî pîşeyî wê birçî bimîne. Ev pîşe pere nade qezençkirin."   BIKIR GAZINAN DIKIN   Di berdewamê de Yîgît, bi lêv kir ku bikir ji bihayê sifir bi gazin din û ev tişt anîn ziman: "Bikirê ku tê vir bihayê tiştê ku wê bikire dipirse. Bersiva hezar TL didim. Vê nakirin diçin heman tişt ê pola bi 50 TL'yî dikirin. Her sal jî diguherîne. Lewre li ber xwe nade. Lê sifir emir dirêj e. Heke derfetên min hebin ez ê jî dev ji berd im lê derfetên min tune ye. Berê Semsûrê ji Yemenê re pêlav dişandin. Niha sola te biqete tevî Semsûrê li hev bixî kesekî/ê ku solan bidirû nabînî. Ya bi makîneyê didirû ya jî yeka nû dikire. Lê pîşeya me tiştekî wisa nîne. Ji neçarî bi destan tê çêkirin."    ESKİ KÖYE YENİ ADET   Yîgît sêniya sifir da destê xwe û got ku ev seniya eciqandina ecîn e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Sênî sêniyeke emir dirêj e. Heta ku em vê difiroşin hişê me ji serê me diçe. Esnafên Semsûrê jî pir modern in! Dema dikire dibire, dema ku dibe jî dibire. Navberekê serokê federasyonê hat vir. Ji ber ku me jê xwest alîkariyê bide me got, 'Ma edetên nû tên gundê kevn'. Ez edetên nû tînim gundê kevn."    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can