Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê 2021-10-25 09:06:08 AMED - Derhêner Metîn Ewr ku bi fîlmê "Çerx" zextên di salên 1990’î de li belavkarên zarok hatine kirin vedibêje, diyar kir ku heta astengî û zextên li ser çapemeniya azad bidomin wê çerxa berxwedanê jî bigere.  Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Apê Mûsa bi sedan kesî da pey şopa wî û xebatên çapameniyê azad meşandin. Ji bo berdewamkirina vê kevneşopiyê di salên 1990'î yên herî dijwar de gelek zarok rojname belavkirin û navê "Genaralên Biçûk" ên Apê Mûsa li wan hat kirin. Ji Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Derhêner Metîn Ewr, bi kurtefîlmek bi navê "Çerx" bal kişand ser zextên ku di salên 1990'î de li "Genaralên Biçûk" ên Apê Mûsa hatiye kirin. Filmê ku hatiye kişandin wê di demên pêş de ji mihrîcanên fîlman re bê şandin û li ser gelek platformên bê nîşandan.    ‘CIHÊ LÊ ZILM HEBE BERXWEDAN JÎ HEYE’   Ewr, têkildarî fîlmê ku kişandiye axivî û hin agahî parve kirin. Ewr, diyar kir ku cihê zilm û dagirkerî lê hebe berxwedan jî heye û wiha got: “Xebatkarên rojnameyê ji bo rastiyan ragihînin gel gelek bedel dan. Keda zarokên belavkar ên generalên biçûk zêde bû. Min jî di sala 2000 de belavkariya Azadiya Welat kir û di rêveberiya wê de jî cih girt. Belim weke salên 1990’î nebû lê zext heman zext bûn. Dîsa belavkarên me dihatin revandin, gef li wan dihat xwarin, dihatin girtin. Ev rewş îro jî ne guheriye. Îro jî bi dehan xebatkarên rojname û ajansê dîl hatine girtin. Dîsa doz li wan tên vekirin, îşkence heye. Dîsa astengî heye. Ev rewş xwe dubare dike. Heta ku dagirkerî neqede wê ev rewş jî bidome.”   ‘MIN EV FÎLM WEKE DEYNEKÊ DÎT’   Derbarê senaryoya film de Ewr, da zanîn ku senaryoya kurtefîlma "Çerx" 4 sal berê nivîsandiye û têkildarî mijarê ev tişt got: "Min ev fîlm weke deynekê ji xwe re didît. Ji ber ku nayê jibîrkirin. Tiştek hat jiyîn, bedelek hat dayîn. Çawa ku di sernivîsa rojnameyê de dibêje ‘rastî di tariyê de namînin’. Divê wê rastiyê em bi rengekî din jî derxînin holê. Ez karê sînemayê, dîtbariyê dikim. Min got ez vê weke deynekî pêk bînim.”   ‘EW EV ÇERX HER BIGERE’   Ewr, qala çîroka navê fîlmê xwe "Çerx" jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku çerx timî digere. An jî ev kar, pergal. Mesele tu li rojnameyê dinêrî, bi salan e evqas astengî hene, tê girtin tê cezakirin, tê tehdîtkirin, tê bombekirin lê didome. Bi vîneke xurt didome. Ya duyemîn di fîlm de jî gelek çerx hene. Wexta rojname tê çapkirin di çerxekê de derbas dibe. Zarokên belavkar yek tableyê digerîne çerxeke wê heye. Yek bisiklêtê çêdike çerxeke wê heye. Yanî wê ev çerx her bigere. Ji ber wê  min navê fîlm kir Çerx.”   ‘ÇÎROK RASTIYEKÊ VEDIBÊJE’   Di berdewamê de Ewr, bi lêv kir ku beriya senaryoya fîlm binivisîne bi du kesên ku di salên 1990’î de belavkarî kirine re axiviye û wiha pêde çû: “Ez bi du zarokên wê demê re axivîm. Yek jê Zafer bû. Min di fîlm de jî navê wî bi kar anî. Min navê zarok, xebatkar û nûçegihanên ku hatine qetilkirin bi zanebûn bi kar anîn. Ji bilî Hebûn û Bawer karakterên ku di fîlm de dilîzin navên rastî ne. Min derbarê wan de lêkolîn jî kir. Pirtûk û makaleyên derbarê wê de derketibûn tev xwendin û ez bi xwe jî ne dûr bûm. Çîrok hinek bi vî rengî bû. Min nexwest ez ji rastiyê veqetînim. Hinekê kurgu jî tê de heye lê çîrok rastiyekê vedibêje.”    ‘PEYDAKIRINA LÎSTIKVANAN PIR ZEHMET BÛ’   Ewr, diyar kir ku di peydakirina lîstikvanan de hinek zehmetî kişandiye û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku diviya zarok û ciwan bilîzin me zehmetî kişand. Hem ji ber pêvajoyê hem jî ji ber pandemiyê peydakirina lîstikvanan pir zehmet bû. Em du mehan geriyan encax gihiştin van hevalên ku di fîlm de dilîzin. Zarokên ku dilîzin jî ne lîstikvan in. Hin xwendekar in hin di xebatên çandê de dixebitin. Tenê çend hevalên me yên şanoger di nav de cih digirin. Ji bo kêşanê jî me destûr girt wisa kişand. Ji ber ku di nav Sûrê de bû. Kêşana fîlm 3 rojan dom kir. Sahneya rê jî ji ber rewşa hewayê me piştî mehekê kişand. Zêde zehmetî derneket.”   4 MÎHRÎCANAN FÎLM QEBÛL KIRIYE   Têkildarî şandina fîlm a mîhrîcanan jî Ewr, destnîşan kir ku bi qedandinê re dest bi şandina fîlm a mîhrîcanan kirine û ev tişt gotin: "Em ê fîlmê xwe bêtir bişînin mîhrîcanên navnetewî. Ji qada navnetewî vegerên erênî ji me re tên. Mîhrîcanên ku me serî lê dane, 4 li me vegeriyan. Yek Mîhrîcana Parîsê, yek ya Nîjeryayê ye yek jî ya Amerîkayê ye. Yek jî ya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ye. Pêvajoya serlêdanan baş diçe. Dema pêvajoya mîhrîcanan bi dawî bû em ê fîlm bi raya giştî re jî parve bikin.”   WÊ ÇERXA BERXWEDANÊ BIDOME   Ewr, destnîşan kir ku astengî û zextên li ser çapemeniya azad didomin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tu rewş ne hatiye guhertin. Dagirkerî jî didome. Heta ku ev hebe wê berxwedana li hemberî wê jî bidome. Ev jî çerxeke berxwedanê ye û wê bidome.”   MA / Fahrettîn Kiliç- Eylem Akdag