Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin 2021-10-24 18:08:03   EDENE - Li Edenê, gel biryara Walîtiya Edenê nas nekir û 30'emîn damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kir.      Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), xwest 30'emîn damezrandina xwe bi şîara "Berbang" li Şanoya Hewaya Vekirî ya Mîmar Sînan a li Edenê pîroz bike. Lê Walîtiya Edenê, bi hinceta "ewlehiyê" destûr neda û pîrzokirinê qedexe kir. MKM'ê li dijî qedexekirina walîtiyê şahiya xwe ya pîrozkirinê li Eywana Konferansê ya Rêxistina HDP'ê ya Edenê pêk anî.    Şahî, li rêxistinê HDP'ê bi rêzgirtinê dest pêkir. Di şahiyê de qedexeya walîtiyê bi dûrişmeya "Zext nikarin me têk bibin" hat şermezarkirin. Hevserokê HDP'ê yê Edenê Mehmet Karakiş, bertek nîşanî qedexeya walîtiyê da û diyar kir ku desthilat hewl dide ziman, huner û çanda kurdî bi zextan asteng bike. Karakiş, qedexekirina walîtiyê weke "Qirkirina Spî" bi nav kir û got ku wê têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.   Piştî axaxftinê Hunermend Cevdet Bagca û hunermendê herêmî derketin ser dikê kilam gotin. Gelê ku tevlî şahiyê bû bi gerandina govendê damezrandina MKM'ê pîroz kir. Her wiha hunermendên jin jî kilama "Tu Kî Yî" ku li Amedê hatibû qedexekirin gotin.