Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin 2021-10-23 16:15:10   EDENE - Walîtiya Edeneyê Konsera “Berbang” a NÇM’ê qedexe kir. NÇM ragihand ku ew ê li avahiya HDP’a Edeneyê konserê li dar bixin.    Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) wê di 24’ê cotmehê de bi wesîleya salvegera 30’emîn a damezrandina xwe, li Tiyatroya Servekirî ya Mîmar Sînan a Edeneyê bi dirûşma “Berbang" konser li dar bixista. Walîtiya Edeneyê bi hêceta “ewlehiyê” konsera NÇM’ê qedexe kir. NÇM’ê li ser vê biryara qedexeyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.    Daxuyaniya NÇM’ê wiha ye:    “Ev 30 sal in ku em wekî Navendên Çandên Mezopotamyayê, ji bo Çand û Hunereka azad û bi zimanê Kurdî, li ber xwe didin. Ji destpêka salên 90 î û  vir de, gelek caran saziyên me hatin girtin, rêhevalên me hatine girtin û berdêlên mezin hem ji hela xebatkarên NÇM’yan û hem jî, ji hela gele me yê berxwedêrve tên dayîn.  Ji bo du peyvên bi Kurdî bi xwe, jî gelek kesan cezayên giran hate birin jî desthilatdarîyan ve. Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê bê jî nesekinî û va ye îro jî zînhîyeta ku Kurdan înkar dike, zîhnîyeta ku çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne  li ser kar e. Ev bi salane cil û berg, stran, govend û şanoyên me têne qedexekirin.  Îro jî konsera Muzîka Kurdî, bernameya çand û hunera kurdî ji hela heman zîhnîyetê ve hat qedexekirin. Nêzi du mehe xebat û amedekariyek gelek berfireh  me bi hevalbendén xwe re meşand.   30’min salvegara NÇM ‘ê bi awayekî berfireh di serî de li Stenbolê wê bihata pîrozkirin. Lê belê wekî her carên din, hişmendîya pişaftinî kete devrê û ev pîrozbahîya  me qedexekir. Îro jî li Edenê bi hinceta ewlehîyê konsera me ya pîrozbahîya NÇM’ê hate qedexekirin.   Ma qey ew nizanin ku, stran bi qedexe yan ranawestin, cil û berg bi cezayan qirêj nabin, miletek, neteweyek, ji bo ku hûn di bêjin tune ye û qedexe ye, ji holê ranabe. Ma gel tên qedexekirin?  Ma kî dikare vîna azad a gelê Kurd qedexe bike. Ger ku hûn nizanin, herin vekin rûpelên dîroka berxwedana gele Kurd. We digot pirsgirêka Kurd tune ye û çareser bûye. Va ye îro carekî din hûn li rûreşî û derewên xwe di qelibin. Va ye îro careka din hûn li hemberî dîrokê tawanbar in. Û em jî xweşiktir, bedewtir, berxwedêrtir û serbilindtirin, Bi piştevanî û berxwedana gelê  xwe. Me soz daye zarokên vî welatî. Em ê wan bê ziman, bê çand û hunera Kurdî nehêlin, ger ku nemine kevir jî li ser kêvir.   Bila salonên qerase yên we bin, emê jî her malek sazîyek e û dibistanek e. Hûn ê nikaribin tu carî meşa me rawestinin û sewta me sar bikin .    Ji bo vê yekê konsera me ya ku hatiye qedexekirin, em vê qedexê nas nakin, emê sibe bi hûnermendê xwe re saet di 15:00’an de li avahiya HDP’a Edeneyê pîroz dikin. Em li benda gelê xwe û hevalbendên xwe ne.”