Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan 2021-10-18 16:46:30   ÊLIH - Hunermendan li Êlihê qedexeya konsera ku NÇM’ê bi boneya 30’emîn salvegera xwe xwest li Stenbolê li dar bixe, şermezar kirin.    Qeymeqamtiya Kadikoyê konsera NÇM’ê bi boneya 30’emîn salvegera xwe xwest di 16’ê Cotmehê Navenda Çanda Bostanci ya Stenbolê li dar bixe qedexe kiribû. Bertekên li dijî vê qedexeyê didomin. Hunermendên girêdayî Komeleya Çand û Hunerê ya Baharê ku xebatên xwe yên hunerî dikin, bi daxuyaniyekê qedexe şermezar kirin. Rêveberên Rêxistina HDP’a Êlihê û endamên TJA’yê jî beşdarî daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hat dayîn bûn. Hunermend Veysel Kiliç, da xuyakirin ku NÇM ev 30 sal in ji bo karê çand û hunerê bi kurdî bike li ber xwe dide, di vê oxirê de berdêlên mezin daye û hêj jî berdel dide.     ‘EM ÇAND Û HUNERA XWE TERK NAKIN’   Kiliç da zanîn ku polîtîkayên çavtirsandin, tepisandin, sûc û asîmîlasyonê yên li ser ziman û çanda kurd hîn jî dewam dikin û wiha got: “Di her şert û mercî de gelê kurd ziman û çanda xwe hembêz kiriye. Eger hûn nizanin, herin li rûpelên dîrokê binerin û berxwedana gelê kurd bibînin. Yên ku dibêjin 'pirsgirêka kurd nîne' û 'pirsgirêka kurd çareser bûye' derewan dikin û durûtiyê dikin. Weke hunermend em soz didin ku em ê dest ji ziman, çand û hunera xwe bernedin.”   Daxuyanî bi strandina strana “Zimanê Kurdî” bi dawî bû.