NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir 2021-10-08 13:08:24   STENBOL - NÇM’ê ji bo salvegera 30’yemîn a damezrandina xwe ku wê şahiyekê li dar bixe banga beşdariyê kir.   Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 30 sal li pey xebatên xwe hişt. Ev saziya ku di warê çand û hunera kurdî de xebatên hêja û girîng heta îro anî, di 27’ê Îlona sala 1991’an de li Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter (Apê Mûsa) û hevalên wî ve hatibû damezrandin. NÇM bi konser ango şahiyek taybet 30’yemîn salvegera xwe pîroz dike. NÇM ji bo beşdariya vê konserê banga beşdariyê kir. NÇM’ê diyar kir ku ew ê di 16’ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Bostanciya Stenbolê vê konsera xwe li dar bixe.    ‘BERBANGA AZADIYÊ YE…’    “30 sal berê li kolaneke teng ya Stenbole. Kelecanek şermoke di ruyê hemû kesan de. Dengê stranan tê ji saloneke biçûk. Hemû kes dixwazin vê kêliyê bi çavên xwe bibînin. Apê Mûsa û Apê Feqî wek xwediyên malê bi hurmet pêşwazî dikin mêvanan. Û govend destpê dike. Ew kelecan ji wê kolana teng belav dibe hemû cîhanê. Zarok distirên, stranên kal û pîrên xwe. Rihê hezar salan ji nû ve tov dide ji wê kolana teng. Û mezin dibe ew zarok  çîrokên xwe vedibêje ji cîhanê re. Geh  fîlman dikşîne geh şanoyan ava dike û geh  wêneyan xêz dike.   Sal 2021. Ev çîrok bi hemû kelecana xwe hê jî berdewam dike. Govenda Apê Mûsa da destpêkirin hê jî li benda govendgera ye. Heta niha gelê Kurd li vê çîrokê xwedî derket û ev govend qet nesekinî.  Berbangê, xwe da hîs kirin. Bêhna azadiyê tê ji her derê û ew kelecana roja ewil jî  vediguhere kêfxweşiyê. Werin em bi hev re Berbangê pêşwazî bikin.    Cih: Bostancı Gösteri merkezi Dîrok/Saet: 16 Cotmeh Şemî 18:00”