Muzîka bi zimanê zikmakî bi rengan hîn dibin 2021-09-21 09:12:09 WAN - Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê ya Aryenê, ji bo zarokên bala wan li ser muzîkê dest bi perwerdehiya zimanê zikmakî jî kir.  Li Wanê xebatên atolyeyê yên Komeleya Çand, Huner û Lêkolînê Aryenê didomin. Ji bo kursên keman, piyano, gîtar, erbane, wêne, santûr û tembûrê yên komeleyê eleqeyek zêde heye û her wiha ji bo atolyeya zarokan a komeleyên jî eleqeyek baş heye. Komele, perrwedehîya zimanê zikmakî dide zarokan û muzîkê bi reng û îşaretan li ber dilê wan xweş dike.    BI RENGAN NOTAYAN HÎN DIBIN   Rêvebera komeleyê Fadîme Polat, diyar kir ku ew çanda erdnîgariyê esas digirin û piraniya xwendekarên wan zarok in. Polat, anî ziman ku ji bo zarokan xebatên çand û hunerê yên cuda dikin û got: "Mesela em perwerdehiya rîtim û muzîkê bi rengan û amûrên rengîn ên muzîkê didin zarokan. Em li ber feraseta 'zarokên 2-5 salî nikarin muzîkê hîn bibin' rabûn û me formatek nû afiran û bi vî awayî bi rihetî pererdehiya nota û rîtimê didin zarokan. Her wiha em bi portreyan notayan rê zarokên 10 salî didin. Em bi kartên notayê yên rengîn û lîstika rengan notayan rê zarokên 2-5 salî jî didin. Bi vî awayî baştir têdigihên û piştî wextekê navê notayê hîn dibin. Em rîtimê jî bi qedehan hêsan dikin û rê wan didin. Zarok bi vî awayî baştir fêm dike."    PERWERDEHIYA BI STRANÊN KURDΠ   Polat, da zanîn ku perwerdehiya kurdî li gor temenên kesan didin û got: "Em stranên kurdî dibêjin û em gotinên stranê bi mîmîkan didin der. Zarok jî wan gotian bi vî awayî fêm dikin û dizanin tê çi wateyê. Dersên koman hefteyê saetekê ye û malbatên wan jî tevlê dibin. Heya niha eleqeya ji bo atolyeyên me pir baş e û em dixwazin ev bidome. Em li gor her temenî perwerdehiya keman, piyano, gîtar, erbane, wêne, santur, tembûr, bilûr û pîspîskê didin. Kesên dixwazin tevli atolyeyan bibin, em li benda wan in."