NÇM’ê ji bo serdema nû deriyên kargehên muzîkê vekir 2021-09-08 11:23:15 STENBOL - NÇM a ku ev 30 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çand û hunera kurdî tên meşandin, ji bo serdema nû dest bi tomarkirina qeydên kargehên muzîkê kir.    Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Stenbolê di 27’ê Îlona 1991’an de ji aliyê rewşenbîrên wek Apê Mûsa, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmîl Beşîkçî, Alî Temel û gelek rewşenbîr û hunermendan hatibû vekirin. NÇM 30 sal in xebatên bêhemba yên çand û hunera kurdî bi rê ve dibe û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çanda kurdî rabû û îmze avêt bin gelek xebatên hêja. NÇM di warê pêşxistin û rakirina hunermendên kurd de jî gelek kedek zêde da. Di kargehên muzîkê yên NÇM’ê de bi sedan hunermend û muzîsyen mezûn bûn.    NÇM ji bo serdema nû ango pêşiya me deriyên kargehên muzîkê vedike û ji bo vê jî di 3’yê îlonê de dest bi qeydên şagirtan kir. Wê di kargehên muzîkê de dersên wek tembûr, gîtar, santur, keman, fîq û bilûr, mey, piyano, klarnet û zirne tên dayîn. Ji 7 salî wêdetir şagirt tên qeydkirin û wî li kargehê 6 mamosteyên muzîkê dersan bidin. Wê heta dawiya serdemê qeydên bo kargehan hebin.    Hunermend Genim (solîstê Koma Çiya) têkildarî kargehan agahî da ajansa me û destnîşan kir ku ew armanc dikin ku li dijî êrişên li ser çand û muzîka kurdî bibin bend û ji ciwanan re alternatîfekê biafirînin.    JI BO PARASTINA ÇANDA KURDΠ   Genim diyar kir ku wan di van xebatan de bi saziyên çand û hunerê yên din re xebitîne û anî ziman ku ew dixwazin piştgiriyê bidin kesên ku dixwazin çanda kurdî biparêzin û jiyana xwe di warê muzîkê de teşe bikin. Genim got: "Ev kargeh ji bo zindî hiştina çanda ku di bin înkar û îmhayê de hatiye hiştin û gihîştiye asta qirkirinê, hene. Em dixwazin çanda ku dînamîka civakê bi xurtî li dijî çanda ku tê tunekirin nîşan bidin û pêşkêşî civakê bikin.”    JI BO KU LI DIJÎ  ÊRIŞAN BIBIN BERSIV    Genim bal kişand ser zêdebûna êrişên li dijî çanda kurdî yên di demên dawî de û got: "Heya ku dînamîkên civakî xwe bi rêxistin bikin, wê bersivê bidin van êrişan. Ev awa hem jiyanê dewlemend dike û hem jî hêsan dike. Em jî van xebatan dimeşînin da ku beşdarî moral û motîvasyona civakê bibin û ji bo siberojê nifşên nû biafirînin.”   Genim herî dawî banga beşdariya kargehan kir.