Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe 2021-02-21 09:31:54 AMED - Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku heke di vê sedsalê de zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman êdî yê nemanê ye û wiha got: “Divê hemû beşên civakê nemaze jî yên xwenda, yên rêxistinkirî, bi hev re bi kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanî ya encama hezaren salan winda dike, ziyan digihîjê û derbe dixwe.” Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di sala 2000'î de ji bo bal bikişîne ser zimanên di xetereyê de 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Li cîhanê 6 hezar ziman hene û piraniya van zimanan li ber mirinê ne. Yek ji zimanê ku bi polîtîkayên pişaftinê li ser tên meşandin jî kurdî ye. Em bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ser mijarên têkiliya çand û ziman, bandora koçkirina gelê kurd ya salên 90’î ya ser ziman, kêm axaftina kurdî ya bajaran û rêbaza çareserkirina kêm axaftina bi kurdî bi Zimanzan Zana Farqînî re axivîn. Pirsên me û bersivên Farqînî wiha ne;   Têkiliyeke baş a çand û ziman ku girêdayî hev in heye. Têkildarî vê yekê çand û ziman bandoreke çawa li hev dikin?    Ji bo ku mirov behsa têkiliya di navbera çand û zimên de bike, bi ya min divê mirov berê li ser pênaseya çandê raweste bê ka çand çi ye. Bi awayekî giştî, her tiştê ku bi destê mirovan hatibe hilberandin û afirandin, çi madî çi jî manewî, ew di nav çarçoveya çemka çandê de cih digirin. Li gorî vê, hemû tiştên ku mirovan ew çêkirine, hilberandine û afirandine (wekî amûr û aletên teknîkî, aborî, hiqûq, zanist, huner, muzîk, sazî, rêxistin, mîmarî, avahî, cil û berg, qir û qaf, xurek û vexurek, bawerî, zanyarî, qayde/rêzik, dab û nerît, hêma) tevde hêmanên çandê ne. Bi gotina din çand ew heqîqet e ku mirov wê tîne holê û mirov di nav de jî bûnewer û heyî dibe.    Çand, ji bo çandnasiyê, organîzasyona bûyer û wan tiştan e ku di maweyeke dirêj a demê de pêk hatiye û tesîr li sembol, adet, alav/amraz, bawerî, ziman û hwd. dike. Di gel vê yekê, her çi qas ziman hêmaneke sereke ya çandê be jî, yê çandê hildiberîne, wê hildigire û vediguhêze jî nifşên nû ziman e. Ziman kereseteya xam a wan hemû hilberîn, çalakî û berheman e ku bi riya gotinê tên afirandin. Maka hunerên gotinkî ye. Yek ji amrazên giring ên pêkanîna çandê ye. Çand şêwegirtina giyanî bi mirovan re çêdike, aîdiyetekê di nav axêverên zimanî de diafirîne, takekes dike civat û civatê jî dike civak. Loma ziman hêma û nîşandereke xurt a nasnameyê ye. Çawan ku yê mirovan dike mirov ziman e, yê neteweyan dike neteweye jî dîsan ziman e. Ziman ruhê neteweyan e, neteweyên vî ruhî ji dest dane, heliyan e, di nav çand û zimanên din de pişivîne çûne.   Ziman eynikeke wisan xurt, hêzdar û giring a çandekê ye ku raboriya gelekî, neteweyekê di xwe de dihewîne. Her wisan îro û siberoja heman gel û neteweyê ye jî. Mirov ji bêje, têgih û termên zimanekî dikare raboriya wî gelî binase, der barê gelek waran ên eleqedarî wî gelî de bibe xwedî agahî û ramanekê. Eger mirov dubare bike bibêje, ziman eyneyeke welê ye ku ew civaka pê diaxive bi her awayî xwe tê de dide der û xuyakirin. Ji ber ku li gorî gundan û deverên çolter, bajar bêhtir navendên asîmîlasyonê ne, ev girse li van deran hêsantir dikevin nav diranên çerxa pergalê û ji vî aliyî ve nikarin zêde li ber xwe bidin.   Di salên 90’î de bi deh hezaran kurd ji gundan ber bi bajaran ve koç kir, vê yekê bandoreke çawa li ser ziman kir?   Mirov dikare ji du aliyan ve li vê rewşê binêre û diyardeyê binirxîne. Li deverên gundewar, li gorî bajar û bajarokan, ziman hîn bêhtir zindî û geş e. Ji ber ku pergalên asîmîlasyonê pêşî li van deran hatin avakirin, Ji ber ku hemû saziyên fermî li navendan in, loma pêla asîmîlasyonê ji navenda bajar û bajarokan dest pê kir û ew der zûtir ketin bin nîrê destilatiya hêzên serwer. Li van navendan jî asîmîlasyon ji navendê ber bi derve ve belav bû. Ji saziyên dewletê ber bi çarşî û bazaran, ji wir ber bi nav hundirê malê, ji wir jî ber bi deverên gundewar û çolteran çû. Bi riya dibistan û perwerdehiyê, bi riya miemeleyên bi dezgehên dewletê re, bi navbeynkariya weşanên radyo, televîzyon û çapemeniyê û hwd. Loma navend ji deverên gundewar bêhtir pişivîn û heliyan.   Bi hatina girseyan ji gundan a li navendên bajaran kir ku hinek rewş ber bi leha kurdî ve biguhere, kurdî bêhtir bi ber guhan bikeve. Li hêla din ev girse ji aliyê perwerdehiya bi zimanê serdest ve jî, asta wan ji ya bajariyan kêmtir bû. Bi awayekî xwezayî bi zimanê xwe dipeyivîn, bi çanda xwe dijiyan, xwedî nasnameyeke kevneşopî bûn. Lê piştre nifşên ku ji wan zêde bûn, ew jî ketin ber pêla asîmîlasyonê, bajaran ew daqurtandin, ew şibandin xwe. Ji ber ku ev malbat zêde ne xwedî hişmendiyeke zimanî û nasnameyî bûn zarokên wan zûtir çav berdan jîn û jiyara bajariyan, xweziya xwe bi her tiştên wan anîn û zû tûşî zimanê fermî bûn. Eger hişmendiyeke wan a nasnameyî çêbûbe jî, lê hesta zimanî ya kurdî bi wan re kêmtir bû. Divê mirov ji bîr meke ku valakirina gundan jî di encama polîtîkayekeke bi zanebûn de pêk hat. Ji ber ku li gorî gundan û deverên çolter, bajar bêhtir navendên asîmîlasyonê ne, ev girse li van deran hêsantir dikevin nav diranên çerxa pergalê û ji vî aliyî ve nikarin zêde li ber xwe bidin.   Me li jorê qala polîtîkaya koçberiyê kir, lê di roja îroyîn ango di salên dawî de dema meriv li axaftin û gotinên rayedarên îqtidarê ango dewletê dinêre, her tim behsa giringiya ziman dikin, lê bes di serî de zimanê kurdî û zimanên neteweyên din jî ne giring in ku ji aliyê dewlet û hikûmetê ve werin parastin?   Ji bo sîstemê ew ne giring in, ew wek kelem û asteng tên dîtin. Çima wisan dibêjim, ji ber ku sîstem xwe li ser tekîtiyê ango monîzmê ava kiriye. Ji bilî çand, ziman û baweriya serdest, zimanên din, çandên din, nasnameyên din, bîr û baweriyên din divê ji holê rabin da ku neteweyeke ji her aliyî ve yekker û homojen pêk were. Li gorî hizira serdest neteweye ji hêmanên homojen pêk tê. Bi salên dûr û dirêj red, înkar û asîmîlasyon ji hêla rayedarên dewlet û hikûmetê ve dihat înkarkirin. Lê Serokkomar Recep Tayip Erdogan bi xwe, li xwe mikur hat û daxuyand ku di dema wan de dawî li red, înkar û asîmîlasyonê hatiye anîn. Di gel vê yekê ew hîn jî der barê zimanê tirkî de daxuyaniyan didin da ku divê ew bê parastin, ji bin tesîra zimanên din bê derxistin. Welatiyên Tirkiyeyê, mînak ên li Almanyayê divê bi tirkî perwerde bibin, koçberên tirk ên li derveyî Tirkiyeyê divê zimanê xwe biparêzin û hwd. Bi aşkerahî diyar dikin ku parastina ziman temînata nasnameya wan û berdewamiya aîdiyetê ye. Lê gava dor tê ser mafên ji bo zimanên din, bersiv û berteka wan amade ye: Divê ji ber avaniya unîter û yekkeriya welêt tek zimanek hebe. Awayê din sedema pêşklêketina li pêvajoya neteweyîbûnê ye dibêjin. Nakokiyeke beloq li ber çavan e, lê serdest tim doza nefsa canê xwe dikin, tiştê ku ji xwe re heq û maf dibinin, ji yên din re nabînin. Ev yek karaktera netewe-dewletan e, lê dewletên demokratîk ên ku pluralîzmê diparêzin bayex bi pirzimaniyê, bi pirçandîtiyê, bi çeşîdiyê, bi cudahiyan didin, wan wek zengîniyekê dibînin. Di çarçoveya maf û azadiyên gerdûnî de difikirin û wisan polîtîkayên xwe disepîn û tev digerin. Li aliyekî zimanê xwedîdewlet û biprestîj, li aliyê din zimanekî bêstatu, astengkirî, bêperwerde, bêîtîbarkirî û krîmînalîzekirî heye. Ev rewşa dezavantaj, li bajaran bêhtir xwe dide nîşandan.   Li bajaran kurdî zêde nayê axaftin sedema vê yekê çi ye?   Sedem wekî me li jorê diyar û rave kir, hebûna zêdebûna mekanîzmayên pişaftinê ne. Ji ber ku dewletê pêşî li wan xwe bi rêxistin kir, sazî û dameziraweyên xwe damezirandin û îdeolojiya xwe li wan deran meşand. Bi rastî jî, eger mirov dubare bike, bajar aşên hêranê ne. Derfetên pergalê li wan zêdetir in, xwe digihînin her derê, lê li deverê gundewar hîn jî tam ne wisan e. Loma me got ku deverên zimanê kurdî li wan geş û zindî ye, gund in.   Mesela rêjeya dibistanan, hebûna saziyên resmî, medya, çarşî û bazar, li bajar û bajarokan zêdetir e. Çerxa asîmîlasyonê li van navendan pirtir e ku dewlet bi her rengî xwe her tim dide hisandin. Lê divê em bibêjin ku piştî weşanên dijîtal, berbelavbûna înternet, komputer, têlefonên zîrek, laptop û tabletan li gundewaran jî rewş li dijî zimanê kurdî diguhere. Her kes êdî di bin bombardûmana tirkî de ye. Zarok li ber televîzyonên tirkî, bi fîlm, rêzefîlm û bernameyên tirkî mezin dibin. Zimanê kurdî ne xwedî ew çend derfet û delîveyan e. Li aliyekî zimanê xwedîdewlet û biprestîj, li aliyê din zimanekî bêstatu, astengkirî, bêperwerde, bêîtîbarkirî û krîmînalîzekirî heye. Ev rewşa dezavantaj, li bajaran bêhtir xwe dide nîşandan. Bi hev re bi kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanê ya encama hezaran salan winda dike, ziyan digihîjê û derbê dixwe.   Rê û rêbaza çareserkirina kêmaxiftina kurdî çi ye?   Mesele giran bersivdayîn jî dijwar e. Li gel vê yekê çare jî hene. Azmûnên gelên din ku rewşa wan dişibiya ya kurdan, ji bo çarseriyê rewşa zimanan a neyînî rênîşander in. Mîna katalonan, baskiyan, galeriyan û yên din. Mirov dikare ji tecrubeyên wan sud wergire, azîn û metoda xebatên ji bo geşkirin, bipêşxistin û berbelavkirina ziman a di nav civakê de, hîn zengîntir bike, wan li rewşa xwe bîne û biguncîne.   Ji bo rewşa zimanên wekî kurdî, ya diyarker destpêkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Ji lew re bi taybetî di vê sedsalê de eger zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman êdî yê nemanê ye. Ji ber ku nifşên nû pê mezin nabin û ranabin. Ew dibin berhemên siyaseta pişaftinê. Ne mafê hînbûna zimanê dayikê, lê bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê stêra dahatûya zimanekî geş dike, dike ku ew ziman ji mirinê bifilite û li riya xwe bikudîne.   Li aliyê din, helwesta axêverên ziman in, divê mensûbên wî zimanî jî li zimanê xwe bibin xwedî, bi wan re hesta zimanî û hişmendî xurttir bibe. Hemû beşên civakê nemaze yên xwende, yên rêxistî, hasilî kelam pozisyona wan çi dibe bila bibe, xwedî çi wesfê û berpirsiyê dibin bila bin, divê qet nebe ji zimanê serdest bêhtir bi zimanê xwe kar û xebatên xwe bikin, çi dixwazin bila bixwazin lê belê bila bi zimanê xwe doza xwe bikin. Bi hev re bi kurdî bidin û bistînin. Ziman gava neyê axaftin winda dibe, kor dibe, dewlemendiya xwe, gencîneya xwe ya zimanê ya encama hezaren salan winda dike, ziyan digihîjê û derbê dixwe. Lê bi axaftinê, bi nivîsandinê, bi perwerdehiyê, bi weşanê, bi bikaranînê ziman diîse û diçirise.    Zimanê nav malê jî pir girîng û tiştekî jêneger e. Gava zimanê navmalê bi kurdî be derfeta nifşên nûhatî heye ku di nav zimanê xwe de bên dinyayê, pê mezin bibin, geşe bi xwe û kesatiya xwe bidin. Xwe, nasname û çanda xwe, dinyaya xwe binasin. Giyan li wan wisan bişêwe ku ew bikaribin bibin xwedî aîdiyeteke hevpar.    Dibistana pêşîn ji bo zimanê dayikê jî hundirê nav malê ye. Mal qada herî siruştî, hêlîna herî germ a zimanê dayikê ye. Ji lew re bi hatina her zarokekî re xwe zindî û berdewam dike. Bi şertê ku dê û bav bikaribin zimên veguhêzin zarokên xwe. Ew zarokên ku bi zimanê kurdî mezin nebin, ji kîsî kurdî diçin. Ev rewşa neyînî hêdî hêdî dike ku damara jiyanê lê zimên qut bibe, reh û rîşalên ku bi hezaren salan xwe berdane kûrahiya dîrokê, qels bibin. Sersedem jî ew dê û bav in, ku xwe bi destê asîmîlasyonê re berdane û ji bo emanetê radestî wan hatiye kirin tê nakoşîn ku bispêrên nifşên dahatûyê .   Ziman çand e, çand pêkhênera giyanê hevpar û nasname ye ku divê tim ew hebûna xwe biparêze. Bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanê jî ez roja we pîroz dikim û hêvîdar im hestgermiya zimên jî bi we re qet neqede.   MA / Fahrettîn Kiliç