Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman 2021-02-18 09:18:11 AMED – Dengbêj Selahattîn Ûçûrûm ku 45 sal in distrê, ji bo dengbêjî dewam bike bang li ciwanan kir ku guh li kilamên dengbêjan bikin.  Dengbêj Selehattîn Ûçûrûm ê 69 salî ku li Mala Çandê ya Dîcle Firatê dimîne, wekî Dengbêj Reso tê naskirin. Ûçûrûm, di sala 1952'yan de li gundê Bayikê yê Farqîna Amedê hatiye dinê. Demeke dûr û dirêj li gund maye û gava li gund bûye sewalvanî û çandinî kiriye. Lê belê piştî di sala 1993'yan de cerdevantî li malbata wî tê ferzkirin, ji bêgavî koçî Amedê dike. Ûçûrûm, ji bo debara malbata xwe bike diçe Bûrsayê bi salan karê înşeatê dike. Niha jî li navçeya Sûrê li Mala Çandê ya Dîcle Firatê dengbêjiyê didomîne.    Ûçûrûm, behsa dengbêjiyê kir.    Ûçûrûm, ewilî bal kişand ser derketina ji gund û got: "28 sal berê dewletê cerdevantî li me ferz kir, gef li me xwarin. Lê ji ber ku me qebûl nekir, em ji gund derketin û hatin Amedê. Hîn jî dewlet dixwaze em bibin cerdevan û em kurd xwe bi xwe xwîna hev du birijînin. Lê em kurd, em ê bi hev nekevin. Bila dewlet baş zanibe, ê nikaribe me bera hev du bide. Bang li kurdan dikim; bi hev re şer nekin. Ji bo hin kesan xwîna hev du nerijînin. Dewlet bi çekên xwe bi ser me de dihat, lê me nikaribû tiştek jî bikire. Rojekê cardin hatin û pere ji min xwestin. Min got, hinek perê min heye. Ji min re digotin, 'Tu çima pereyan didî PKK'ê, lê nadî me.' Min got, wele min pere mere nedane PKK'ê.' Gotin, 'Tu dudî wan, tu yê bidî me jî.' Ev tişt hanîn serê me."    JI KASETAN GUHDAR DIKIR    Ûçûrûm, bilêv kir ku di umrekî biçûk de bi dengbêjiyê re bûye hemhal û gava xort bûye tenê kilamên evîniyê gotine. Ûçûrûm, diyar kir ku her ku mezin bûye berê xwe daye kilamên êş, azar û şerî. Ûçûrûm, anî ziman ku 45 sal in dengbêjtiyê dike û heya niha gelek dengbêj nas kirine û got: "Min bixwe dengbê Apê Reso dît. Li Farqînê Salihê Beynatî, li Pîranê min Huseynê Farê hebûn. Min Huseynê Farê nedît, lê belê min guh li kilamên wî dikirin. Çawa ku tu li dibistanê ewilî hînî alfabeyê dibî, em jî bi kasetan hînî kilamên dengbêjan bûn. Gava ez zarok bûm min Apê Reso û Huseynê Orgnosê dîtin. Wê çaxê ez 15 salî bûm. Çend sal berê Dengbêj Zahiro hatibû Mala Dengbêjan, min ew jî dît. dengbêjê ku min ewil guh lê kiriye Apê Reso bû, dû re Huseynê Orgnosê bû. Wexta min guh li wan dikir, dengê wan tesîrek mezin li min dikir û dilxweş dibûm. Vê carê min jî bi wê dilxweşiyê kilam digotin."    ‘HEVJÎNA MIN NAHLE, LÊ...'    Ûçûrûm, diyar kir ku gava kilamên evîniyê dibêje, hevjîna wî nahêle û jê re dibêje: "Li welêt şer heye, tu radibî kêfê dikî." Ûçûrûm got: "Herê ew werê dibêje, lê cardin jî ez dibêjim."    BILA CIWAN GUH LI DENGBÊJAN BIKIN    Ûçûrûm, anî ziman ku gava ciwan tên û guh li wan dikin pir dilxweş dibin û got: "Ciwanên ku dengbêjî bala wan dikişîne tên Mala Dengbêjan. Guh li me dikin. Wexta guhdarvan hebein xweştir dibe. Neviyek min heye, ew jî bi kurdî distrê. Lê belê ji dengbêjiyê bêtir kilamên folklorîk dibêje. Tişta ku em ji ciwanan dixwazin, bes bila guh li dengbêj û kilambêjan bikin. Ji bo ev çand bidome, bila çapemenî û televîzyon peywira xwe bi cih bînin. Ez bi tirkî nizanim, bizanibim jî ez ê nebêjim."