'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye' 2021-02-17 09:06:32 AMED - Dengbêj Sidîqê Farqînî ku ji bo dengbêjiyê got "şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye", ji bo dengbêjî winda nebe bang li ciwanan kir. Dengbêj Sidîqê Farqînî, bal kişand ser girîngiya dengbêjiyê û ji bo dengbêjî berdewam bike bang li ciwanan kir.  Dengbêj Sidîqê Farqînî (Sitki Baran) di sala 1966'an de li gundê Xerzika yê Pasûr a Amedê hatiye dinê. Tevî 7 xwişk û birayên xwe çandinî û sewalvanî kiriye. Di sala 1985'an de eskeran cerdevantî li wan ferz kiriye. Lê belê ji ber ku qebûl nekirine dev ji warê xwe berdane û hatine Farqînê. Sidîqê Farqînî, li vê derê nêzî 28 salan di Midûriyeta Xizmetên Civakî de xebitiye û di sala 2019'an de teqawid bûye. Piştî ku teqawid bûye mala xwe anye Amedê û niha li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê distrê.    LI BER KILAMÊN DENGBÊJAN MEZIN BÛYE     Baran ku bi "dengbêjî pîroz e û çandeke xweş e, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye" dest bi axaftina xwe kir, anî ziman ku bi kilamên dengbêjan mezin bûye, lê belê gava zarok bûye ne li gund ne jî li bajêr dengbêj pir nedîtine. Farqînî got: "Di dema me de şensekî me yê ku em dengbêjan bibînin pri tune bû. Tenê me li qasetên wan guhdar dikir. Jixwe li gundê me dengbêj tune bûn. Lê di 15 salên dawî de me gazî wan kir û me şevbuhêrk çêkirin. Berê Radyoya Rewanê hebû û tenê saetekê stranên kurdî dihatin weşandin. Me guh li stranên krudî dikir. Em ji ber radyoyê ranedibûn, ji ber ku ê kilamên kurdî bibêje. Paşê qaset derketin. qasetên Şakiro, Reso, Huseyno, Zahiro... Me qasetên wan stendin û me guh li wan kir."    ‘ME DI ZAROKATIYA XWE DE HEZ JI WAN KIR'    Baran, anî ziman ku kilamên ku di zarokatiya xwe de guhdar kirine û bi wan dlxweş bûye, gava mezin bûye hîn bêtir ew fêm kirine û got: "Me ji dengbêjiyê pir hez dikir. Ji lewra ji bo me çandeke pir xweş bû. Mirovên me derd û xemên xwe dianîn ziman. Em dibînin ku dengbêjiyê tiştên bi hezaran salan qewimîne anîne roja me ya îro. Lewma ji bo me pîroz e. Gava em guh li wan dikin em dibînin ku wateyek wan heye. Hemû peyvên wan xwedî wateyekê ne, ne pûç in. Hemû jî rast in û qewimîne. Bi awayekî devkî gihane roja îro. Derd û xemên gel anîne roja îro."    'GELEK CIWAN HEZ JI VÊ ÇANDÊ DIKIN'    Baran, diyar kir ku gava bernameyan çêdikin eleqeyeke zêde ya ciwanan ji bo wan heye û got: "Ji lewra vê çandê hîn dibin. Dibînin bê bi çanda dengbêjiyê çi tê bilêvkirin. Em abwer nakin ku dê dengbêjî winda bibe. Di pêş de wê zêdetir bibe. Ji lewra gelek ciwanên me hez ji vê çandê dikin. Niha em di medyaya sosyal de dibînin ku ciwanên me jî distrên. Em ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Bihêvî me ku dê dengbêjî bidome."    Baran, bilêv kir ku berê hefteyê careke li Mala Çandê bernameyek li dar dixistin, lê belê niha ji ber pandemiyê bernameyan li dar naxin. Baran got: "Di dengbêjiyê de kilamên dîrokê ronî dikin jî hene û kilamên evîniyê jî hene. Ez bi piranî kilamên evîniyê dibêjim. Ji lewra wexta tu ciwan î tu bikî nekî tu bengî dibî. Em jî bûn. Lewma bi piranî kilamên evîniyê dibêjim."    BANG LI CIWANAN KIR    Baran, herî dawî bang ciwanan kir: "Em dixwazin ciwan bên vê derê, guh li me bikin û vê çandê bidomînin. Ev çand ê bi vî awayî bidome. Wê winda nebe. Bila werin hay ji çanda xwe çêbibin. Em, ji bo ku ev çand dewam bike, çi ji destê me tê em dikin. Gava pandemî biqede em ê heftê bernameyek an jî du bernameyan li dar bixin. Em ê dev ji vê çandê bernedin."    MA / Ergîn Çaglar