Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî 2021-02-14 09:06:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnivîska Berxwedana Kobanê (Kobanê Direniş Güncesi) a Sefkan Kobanê ji Weşanên Meyman derket. Ev pirtûk tenê parçeyekî berxwedana Kobanê ye ku dê qet û qet ji bîr nebe. Bajarê Kobanê ku di sala 2014’an de hemû cîhanê bi berxwedêrî û serînetewandinê ew nas kir, heya niha bûye mijara bi hezaran makale, nûçe, bi dehan belgefîlm, çîrok, stran û pirtûkan. Ligel pergala xweseriyê û bîrdoziyê, îradeya weke pola ya wan keç û xortên berxwedêr, kir ku ev bajarê biçûk bala hemû dinyayê bikişîne. DAIŞ a ku hemû cîhan dilerizand, li hemberî îradeya nûciwanan çok da. Pirtûka Rojnivîska Berxwedana Kobanê (Kobanê Direniş Güncesi) wan rojên berxwedanê di rûpelên xwe de dihewîne. Tişta ku vê pirtûkê balkêş dike jî, nivîskarê wê ye. Sefkan Kobanê, di vê berxwedanê de weke fermandarekî cihê xwe girt û rasterast şahidiya serhildêriyê kir. Heya birîndar bû jî şev û roja wî di şer de derbas bû.    Di pirtûka Rojnivîska Berxwedana Kobanê de Sefkan Kobanê, tenê cih nedaye çavdêriyên xwe. Her wiha serî li şahidiya fermandar û şervanên jiyana xwe ji dest dane û yên hêj dijîn jî daye. Fermandar Sefkan Kobanê, ku xwîn û xwêdana xwe herikand ser axa Kobanê, niha jî bi pirtûka Rojnivîska Berxwedana Kobanê, kûrahiya hîs û wateyê, lêgerîn û bêrîkirina heqîqetê bi hêza hevokan digihîne xwîneran.    Sefkan Kobanê bi gotina “Dema ku êdî diviyabû ez weke rêhevalekî wan têkoşîna şervanên heqîqetê bi riya wêjeyê ragihînim hat, min fêm kir bê ez ê çiqas zehmetî bikişînim… Carinan bi wan rêhevalên şehîd re li Kobanê di çeperekê de bûm, carinan di fikara wan kêliyên di dorpêçekê de, li gel mirin ewqas nêzîk bû bê çawa kenekî henûn li ser ruyê me kon vedida de bûm. Dem dem jî ew kêliyên ku min xwe  bêçare hîs dikir dihatin bîra min. Lê çi dibe bila bibe, tişta ku dikir ez bêhn bidim û bistînim bicîhanîna xeyalên rêhevalên min ên şehîd bû…” îlhama bûye hêza nivîsandinê aniye ziman.    Xwînerê vê pirtûkê, dê bi saya keda Sefkan Kobanê, ji êrişên DAIŞ’ê yên destpêkê û heya roja serfiraziya Kobanê, kêlî bi kêlî şahidiya pevçûn, berxwedêrî, dudilî û bibiryariya şervanan bike. Di vê şahidiyê de, dê şervan û fermandarên efsanewî Gelhat, Viyan, Destina, Arin Mirkan, Zehra, Cudî, Diyar, Emîn Erkendî, Ebû Leyla û hevrêyên wan nas bike.     “15’ê Îlonê DAIŞ’ê bi hêzeke bê ser û bin li rojavayê Kobanê êrişî Talik, Boraz, Degirmen, Cibilferec kir… Di heman kêliyan de li rojhilat jî êrîşî Serzorî, Hurriye, Nebo, Qizali, Korik, Leqleqo û Birketikê kir. Li Birketikê tirsonekiya fermandarê wê derê Mazlum Jîrkî bû sedem hêza li vir bi paş ve vekişe… Hêzên bitevger yên di bin fermandariya Dilgeş de li hemû gundan di pevçûnan de bûn. Dilovan jî weke fermandarê çeperê, Sofî û hemû fermandarên li qadê rasterast di şer de bûn…”   Rojnivîska Berxwedana Kobanê, tenê parçeyekî berxwedana Kobanê ye ku dê qet û qet ji bîr nebe.   SEFKAN KOBANÊ KÎ YE?   Sefkan Kobanê di sala 1974’an de li Dêrsimê ji dayik bû. Li Amedê zanîngeh xwend. Li başûr û rojavayê Kurdistanê rojnamegerî kir. Di xebatên Şoreşa Rojava de cih girt û di sala 2014’an de dema DAIŞ’ê êriş bire ser Kobanê, weke şervanekî di têkoşînê de cihê xwe girt.    MA / Abdurrahman Gok