Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda 2021-01-02 09:08:57   COLEMÊRG – Li Geverê xebatên çand û hunerî ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê ciwanên bi kuçe û kolanan daketin komek muzîkê ya bi navê Koma Dengda saz kirin û li ber stranên kurdî kolanan şên dikin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû. Piştî vê pêvajoyê Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin û sepanên OHAL’ê bandorek neyînî li ser xebatên çand û hunerê kirin. Piştî qedexeya derketina derve avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê hatibû hilweşandin û piştî wê nikaribû karûbar birêve bibe. Bi danîna qeyûmê ser Şaredariya Geverê re xebatên di qada çand û hunerê de bi temamî qediyan. Li Geverê ev 4 sal in xebatek çand û hunerê ber bi çav nîne û ciwan jî li gorî derfetên xwe alternatîfên cuda diafirînin. Çend ciwanên berê hunera xwe dan kolan û kuçeyan, bi navê Koma Dengda komek muzîkê saz kirin û ev kom li kuçe û kolanan stranên kurdî dibêje û derdorê şên dike û dengê stranên wan olan didin.    BI HUNERÊ XWEDÎ LI ZIMAN DERTÊN    Can Kûtlûk ê endamê Komê û destnîşan kir ku cihek ango navendek ew hunera bi zimanê dayika xwe lê îcra bikin nîne û ev yek jî cihê xemgîniyê ye. Kûtlûk anî ziman ku ew ji biçûkatiya xwe ve stranan dibêje û paşê kêfa wî ji muzîkê re hatiye û piştî ew fêrî lêdana gîtarê dibe li kuçeyan dest bi stranbêjiyê kiriye. Kûtlûk da zanîn ku ev meheke ew li kolanan stranan dibêjin û ew hêzê ji însananên piştevaniyê didin wan digirin. Kûtlûk destnîşan kir ku ew bi stranên kurdî nahêlin zimanê wan dayikê were jibîrkirin û bi vî awayî xwedî li çanda xwe derdikevin.    CIWAN DIXWAZIN KOMELE WERE VEKIRIN   Kûtlûk anî ziman ku gelek ciwanên li geverê ji ber bêderfetiyên madî dest ji muzîkê berdan û bi sekinandina karûbarên Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê xebatên li qada çand û hunerê bi temamî ji holê hatin rakirin. Kûtlûk diyar kir ku di serdema xebatên komeleyê hebûn gelek ciwan belaş li wir di qada çand û hunerê de xwe li pêş dixistin û ciwan dixwazin komeleya wan çand û hunerê dîsa ji nûve were vekirin.