Pirtûkeke zarokan: Cinawira Gola Wanê 2020-11-26 09:32:58   STENBOL - Berfa Servîn ku pirtûka wê ya bi navê "Cinawira Gola Wanê" bi alîkariya malbata wê bi kurdî hat çapkirin, got: "Mêjiyê min kurdî ye, lê zimanê min tirkî ye. Ji bo zimanê xwe yê zikmakî pêş bixim, min xwest ev pirtûk ji bo min bibe gava destpêkê."    "Cinawira Gola Wanê" ku hema bibêje bûye efsane, ji aliyê nivîskar Berfa Servînê ve wekî pirtûkeke zarokan hat çapkirin. Di pirtûkê de cinawir ne wekî tiştekî tirsnak, wekî melekeke ku golê diparêze hatiye sêwirandin. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê der çûye. Servînê pirtûk bi tirkî nivîsandiye, lê belê bavê wê jê re wergerandiye kurdî û bi kurdî çap kiriye.    DIYALOGÊN DEMA ZAROKATIYÊ   Servîn, anî ziman ku ew bi xwe jî baş nizane bi kurdî biaxive û heta qet nizane binivîse û got: "Min xwest bi vê pirtûkê berê xwe bidim zimanê zikmakî û di vî warî de gavekê bavêjim. Baş nikarim bi kurdî biaxivim. Lê mêjiyê min kurdî ye. Gava min çîrok nivîsand min bi diyalogên diyalogên wê, ji diyalogên ku ji dema zarokatiyê ve di bîra min de mabûn çêkirin. Gava min nivîsand, diyalogên di navbera jinan de hatin bîra min. Ev tişt tê serê hemû kurdan. ji lewra em piştî kurdî hînî tirkî dibin. Lewma mêjiyê me bi kurdî ye. Mekanê çîrokê Kurdistan e. Lewma diviyabû bi kurdî bihata weşandin. Dê û bavê min pir alîkariya min kirin. Min û wan bi hev re ev berhem afirand."    Servîn, bilêv kir ku xwestiye ji bo zarokan tiştekî bike û got: "Di pirtûka min de xeyal û rastî di nav hev de ne. A rast divê tu carî mirov derewan li zarokan neke. Min jî ji dêvla derewan, xwest zarok ji xwe re xeyalan çêbikin. Gava zarok bûm, hêza min a xeyalî kiribû ku cinawir bibînim. Min got, belkî ev yek niha jî ji bo zarokan bibe seba heman tiştî. Lê min hin tişt guherandin. Ma îlle gere cinawir tiştekî tirsnak be? Halbûkî cinawir belkî golê diparêze. Bi wêneyên xweşik ên Betul Sînanoglûyê cinawirekî xweşik çêbû. A rast Cinawir Xanim gihaşt nasnameya xwe ya rasteqîner."    Servînê diyar kir ku gava pirtûk nivîsandiye sûd ji wêjeya klasîk a zarokan û girtiye û tê de pêşniyarên derûnas û pedagogan ên derbarê pirtûkên zarokan de jî esas girtiye.    JI BER KU JI BO ZAROKAN NIVÎSANDIYE DILXWEŞ E    Servîn, anî ziman ku ji ber ku cara ewil tiştekî wiha nivîsandiye û ji ber ku bi zimanê wê yê zikmakî ye pir kêfxweş e û got: "Nivîsandin, karê wêrekî û xwebaweriyê ye. Gava min ev nivîsand, min dît ku ev yek şikiya. Lewma dilxweş im."    DERBARÊ ÇÎROKÊ DE    Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatine gotin: "Mijara vê berhemê balkişandina paqijgirtina Behra Wanê ye û di vî warî de hişyarkirina mirovan e. Berhem balê dikişîne ser tevgerên mirovan yên qirêjkirina behrê û pê re girêdayî zirara ku digihînin heywanên di nava behrê de. Masiyên di nava behrê de li gel pêşenga heywanan Cinawira Golê li gel komek zarokan dibin hevalên hev û bi hev re li hemberî mirovên ku behrê qirêj dikin ditêkoşin. Di encamê de bi ser dikevin û ji bo paqijgirtina behrê hişyariyeke baş çêdikin.   Ev berhem, ji bo ku zarok bi heskirin û baldar nêzîkî xweza û heywanan bibin berhemek gelek hêja û bikêr e. Berhem bi wêneyan hatiye xemilandin. Ev yek jî heskirina zarokan ji bo berhemê zêdetir dike. Zarok dê bi heskirin vê berhemê bixwînin û dê bi kêfxweşî bibin hevalên Cinawira Gola Wanê."     MA / Semra Tûran