Gotarên ku li girtîgehê nivîsandin kirin pirtûk 2020-11-21 09:12:46 EDENE – Mursel Yildiz ku gava di girtîgehê de bûye tevî du hevalên xwe yên girtî gotarên bi navê "Annales ve Tarîh" nivîsandiye û niha jî gotarên xwe û hevalên xwe kiriye pirtûk. Yildiz, anî ziman ku xwestine li Tirkiyeyê li dijî dîroka siyasî, pêşîkeşiya dîroka civakiyî bikin. Mezûnê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Marmarayê Mursel Yildiz ku di navbera 2016-2018'an de di Girtîgeha Dîlokê ya Tîpa H'yê de ma, tevî hevalên xwe yên qawîşê Abdûllah Çelîk û Tariq Hesen derbarê dîrokê de hin gotar nivîsandine. Yildiz, piştî ku ji girtîgehê derket gotarên ku nivîsandibûn bi navê "Annales ve Tarîh" çap kirin. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve par hatiye weşandin.   Yildiz, anî ziman ku di sala 2016'an de gava hatiye girtin tevî Çelîk û Hesen di heman girtîgehê de maye û derbarê nivîsandina dîrokê de hin nîqaş kirine û got, piştî van nîqaşan dest bi nivîsandina gotaran kirine. Yildiz, bilêv kir ku piştî hatiye berdan xwestiye van gotaran biweşîne.    Yildiz, anî ziman ku ji ber ku di akademiya Tirkiyeyê de der barê Dibistana Annales û dîrokê de kêm in, xwestine gotarên xwe bikin pirtûk û got: "Annales; dibistana nivîsandina dîrokê ye. Ev dibistan di sala 1929'an de li Fransayê ji aliyê Marc Bloch û Lûcîen Febvre ve hatiye avakirin. Teza sereke ya dîrokê ya Annalesî, li dijî dîroka siyasî pêşxistina dîroka civakiyî ye. Me jî xwest em li Tirkiyeyê pêşîkêşîya vê yekê bikin."    'OCALAN BI PERSPEKTÎFEKE SOSYALÎS PIRTÛKÊN DÎROKÊ DINIVÎSÎNE'    Yildiz, bal kişand ser zor û zehmtiya nivîsandina gotar û pirtûkan di şertên girtîgehê de û got, li girtîgehê peydakirina çavkaniyan zehmet e. Yildiz got: "Salekê ji bo nivîsandian gotaran xebitîne. Ez di sala 2018'an de hatim berdan. Dû re min hewl da çap bikim. Me di Mijdara 2019'an de çap kir."    Yildiz got: "Ên vê pirtûkê bixwînin, dê fêm bikin ku pirtûkên heya niha hatine nivîsandin dîroka serdestan e û ji aliyê serdestan ve hatine nivîsandin."    Yildiz, da zanîn ku di pirtûkê de feraseta dîrokê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Fernand Braûdel jî dane ber hev û got: "Di warê nivîsandina dîrokê de hin hêlên Braûdel û Birêz Ocalan dişibin hev du. Her du jî diyar dikin ku di şikilgirtina dîrokê de bandora erdnîgaryê heye. Braûdel, bi piranî behra Spî derdixe pêş. Ocalan jî bal dikişîne ser bandorên hewzaya Mezopotamyayê ya li ser dîrokê. her du jî modernîteyê rexne dikin. Hêla Ocalan a sosyalîst pêşektî ye. Diyar dike ku di serdema aloziyê ya dîrokî de, rêberên siyasî yên mezin xwedî bandorekê ne. Braûdel jî her tim mesafeyek xistiye navbera xwe û marksîzmê. Ji lewra li gor Braûdel marksîzm tiştekî pri şematîk e."    'Herî dawî Yildiz bi van gotinan behsa pirtûka xwe kir û pêşniyarî xwendevanan kir: "Heger mirov dixwazin bibin dîrokeke rasteqîner, pirtûkên bi dîtina rexeneyî hene. Bila van pirtûkan bixwînin. Çima divê xwendevan pirtûkên me bistînin? Ji şewra dê metodolojiya nivîsandina dîrokê ya rexneyî bibînin."    MA / Hamdullah Kesen