Surucu: Qedexekirina şanoya kurdî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye 2020-11-14 14:39:06   RIHA – Walîtiya Rihayê jî lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” qedexe kir. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu bertek nîşanî biryara qedexeyê da û got: “Ev jî nîşaneya bêtehamuliya li hember kurdî ye.”   Lîstika şanoyê ya bi navê “Bêrû” ya ji aliyê koma Teatra Jiyana Nû ve tê lîstik wê îro li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê derketa ser dike. Lê Walîtiya Rihayê jî wek Qeymeqamiya Gaziosmanpaşaya Stenbolê lîstik qedex kir. Baroya Rihayê ragihandibû ku Walîtiyê nîşandana lîstikê qedexe kiriye. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî qedexekirina lîstikê da.   ‘BÊTEHAMULIYA LI HEMBER KURDÎ YE’   Surucu destnîşan kir ku qedexekirina lîstika “Bêrû” ya bi kurdî bêtehamuliya li hember ziman û çanda kurdî ye û got: “Ev jî polîtîkaya qedexeyê ye. Bêtehamuliya li hember zimanê kurdî didome. Ev lîstik bi tirkî jî hatiye amadekirin û bi destûra Wezareta Çandê hatiye pêşandan. Çima pêşandana vê lîstikê bi tirkî normal e, lê bi kurdî dema tê lîstik qedexe ye. Eşkere xuya ye ku ev biryara qedexeyê li dijî zimanê kurdî ye. Her ku êrişên li dijî ziman û kurdan zêde dibin, ziman û çanda kurdan jî tê qedexekirin. Qedexeya lîstikan jî van êrişên nijadperest asayîttir dike. Dixwazin gav bi gav zimanê kurdî ji holê rakin. Lê çi dibe bila bibe divê em jî hin bêtir xwedî li ziman û çand û dÎroka xwe derkevin.”