Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike 2020-11-02 09:05:52 STENBOL - Bawer Agirî yê ku di odeya xwe ya çend metre kare de, li ser Youtubê perwerdeya zimanê kurdî dide, diyar kir ku kesên dixwazin xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş bixin, dikarin li ser kanala “Hîngeha Kurdî” xwe bigihînin dersan. Xebatên ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî tên meşandin, ligel zext û êrîşên salên dûr dirêj jî, her roja diçe hîn zêdetir pêş dikevin. Di demên dawî de, ev xebatên wihan bi taybetî li ser Youtube û Twîtter hîn zêdetir bûne. Bawer Agirî yê ku ji meha Adarê ve li ser Youtube perwerdeya ziman dide, ji bo kurd belav bibe, di nava hewldanek mezin deye.    Agirî, diyar kir ku piştî wî di sala 2004’an de straneke hunermendê kurd Ciwan Haco guhdar û wiha axivî: “Min xwest ez peyvên stranê bi kurdî binivîsim. Lê ji ber ku min tîpên kurdî baş ne dizanîn, min nekarî ez binivîsim. Ji ber vê yekê min xwe di lêpirsînê re derbas kir. Ji wê rojê û şûnde, min biryar da ku ez baştir fêrî kurdî bibim. Dûre min ferhenga kurdî kirî û gav bi gav min xwe pêş xist. Pişt re min dest bi nivîsandina helbestên kurdî kir û ji bo kêmasiyên di helbestan de temam bikim jî, min xwe qeydî Ensîtûya Kurdî ya Stenbolê kir. Bi vî awayî ez fêrî kurdî bûm.”    MALA XWE VEGUHERANDIYE POLÊ    Agirî, da zanîn ku piştî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dibe, vê carê dest bi dayîna dersên perwerdeya ziman dike û wiha bilêv kir: “Min di enstîtûyê de, dest bi dayîna dersan kir. Lê ji ber şewba vîrûsa koronayê, êdî perwerdeya rû bi rû nehat dayîn. Ji bo vê li ser Youtube min qenalek vekir û dest bi dayîna dersên zimanê kurdî kir.”    HER KES DIKARE XWE BIGIHÎNIYÊ    Agirî, dest nîşan kir ku xwe gihandina agahiyên zimana gelek caran zor dibe û wiha rêz kir: “Ji ber ku ez rastî van zoriyan hatim, min nexwest ku kesên dixwazin hîn bibin van zoriyan bikêşin. Ev jî bû sedem ku serî li rêbazek wiha bidim. Dîsa min xwest ev ders di destên min de weke arşîv bimînin. Niha hemû kesên ku dixwazin gav bi gav fêrî kurdî bibin, dikarin li ser qenala ‘Hîngeha Kurdî’ xwe bigihînin dersan. Her kes dikare bi van dersan, kurdiya xwe pir baş bike.”    BANGA XWEDÎ DERKETINA KURDÎ   Bawer Agirî, di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina zimanê kurdî kir û wiha got: “Îro tirk, erep, îngîlîz û hemû kes xwedî zimanê xwe derdikevin. Gelo çima em kurd xwedî dernekevin? Em ji hev re bibin alîkar. Kesên ku dixwazin fêrî ziman bibin, em rê nîşanî wan bidin. Di heman demê de, divê kurdî di hemû qadên jiyanê de cih bigire. Di vir de, bi taybetî kar dikev ser milê siyasetmedaran. Îro civaka kurd bi êrîşên pergalê re rûbirû ye. Divê bi her awayî em xwedî zimanê xwe derkevin.”    MA / Mehmet Aslan