Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike 2020-10-29 11:08:41   AMED - Şanoya Bajar a Amedê, dê bi lîstika “Heme Hema Jin Elîzabeth” a nivîskarê îtalyan Darîo Fo ku ji aliyê Qamymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve lîstika wî ya “Bêrû” hatibû qedexekirin, perdeya sezonê veke.   Şanoya Bajar a Amedê, amadekarî dike ku bi lîstika nivîskarê îtalyan Darîo Fo ku ji aliyê Qamymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve lîstika wî ya “Bêrû” hatibû qedexekirin, perdeya sezonê veke. Şanoya Bajar a Amedê, wê bi lîstîka ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ a Darîo Fo perdeyên xwe veke.    Şanoya Bajar a Amedê, bernameya xwe ya sezona nû ya lîstîkên meha mijdarê aşkera kir. Li gorî bernameyê; wê tevahiya meha mijdarê lîstîka “Heme Hema Jin Elîzabeth” a Darîo Fo û lîstika “Xwezginî” ya Şaliko Bêkes bên lêyîstandin. Wê di 6’ê mijdarê de starta lîstikan bê dayîn û dê lîstik li dika nû ya li Dîclekentê bi bergiriyên vîrûsa koronayê bên nîşandan.    BERNAMEYA MIJDARÊ   Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amdê Amedê wiha ye:   “*6’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *7’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *12’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *13’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *14’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *19’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *20’ê mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ Nivîskar: Darîo Fo Derhêner: Berfîn Emektar   *27’ê mijdarê ‘Xwezgînî’ Şanoya Bajar a Amedê  Nivîskar – Derhêner: Şalîko Bekes   *28’ê mijdarê ‘Xwezgînî’ Şanoya Bajar a Amedê  Nivîskar - Derhêner: Şalîko Bekes”