Li Enqerê pirtûka ‘Dîwarên Ku Wê Hilweşin’ hat îmzekirin 2020-10-25 15:54:54   ENQERE - Li Enqerê, ji bo pirtûka helbestan “Dîwarên Ku Wê Hilweşin” ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bernameya îmzekirinê hat lidarxistin.    Ji bo ji bo pirtûka helbestan “Dîwarên Ku Wê Hilweşin” ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye, li avahiya Rêxistina Partiyê ya Enqerê bernameya îmzekirinê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Velî Saçilik, endamên partiyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Wêneyên Yuksekdag bi salona bernameyê ve hatin kirin.    Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, axaftina vekirinê kir û wiha got: “Ez ji bo hemû kesên, têkoşîna hilweşandina dîwaran bi rêve dibin spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê demên zor û zehmet derbas bikin û aştiyeke mayinda ava bikin. Ev dem demên zor û zehmetin, lê ya girîng ewe ku em di demên wiha de têkoşîna xwe mezin bikin.” Togrûl, dûre helbesta “Dayika Taybet” a ku Yuksekdag nivîsandibû xwend.    Dûre Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîgolû, helbesta “Ew dar” a ku Yuksekdag ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de, jiyana xwe ji dest dayîn nivîsandibû xwend.    Piştî îmzekirina pirtûkê, bername bi gotina stranan bi dawî bû.