Berhema Apê Mûsa bû stran 2020-09-20 14:24:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar, berhema Apê Mûsa a bi navê “Qimil” kir stran û bi boneya sedsaliya wî belav kir.   Hunermenda Kurd a operayê Pervin Çakar, berhema rewşenbîr Apê Mûsa (Musa Anter) a bi navê “Qimil” kir stran. Berhema bi boneya sedsaliya Apê Mûsa hat çêkirin, di platformên dijital de hat belavkirin. Hunermenda Kurd Tara Jaff jî bi arpa xwe piştgirî da berhema Çakar.