Li Zînî Wertê çi armanc dikin?

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşa TSK'ê ya li herêma Zînî Wertê û bicihkirina hêza pêşmergeyan a PDK'ê gelê herêmê xist nava fikaran. Gelê herêmê diyar dikin ku ev êrîş palana PDK'ê û Tirkiye ya hevpar e û li vir PKK û YNK’ê dike hedef.  Bi vê yekê dixwaze rê li pêş yekîtiya gelê Kurd bigire. 
 
TSK'ê di 14'ê Nîsanê de li dijî herêma Zînî Vartê êrîşek hewayî pêk anî. Di êrîşê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Dîsa di heman rojê de TSK'ê li dijî Wargeha Mexmûrê jî êrîşa hewayî kir û 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Bertekên gelê herêmê yên li dijî êrîşa TSK'ê û helwesta PDK'ê zêde bû. 
 
Meha bihurî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hejmarek pêşmerge şandin Zînî Wertê, li wê derê baregeh û cihên xwe çêkirin. Wê hêzê diyar kir ku ji ber parastina wê navçeya ser sinor, di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê ya ji bo tekoşîna li dijî belavbûna vîrûsa koronayê li wê navçeyê hatine bicihkirin. Li sinorê Zînî Wertê hêzên PKK'ê hene ku ev demeke dirêje wê navçeyê diparêzin. Ji ber wê komek ji endamên HPG’ê ji bo zanîna mijarê û nirxandinê diçine li gel wan hêzên bi gûman yên ku li wir bi cih bûne. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku 3 HPG'î bi armanca nirxandinkirinê çûne li gel wê hêzê, ji wan re ragihadine ku mayîna pêşmergeyan ya li vê navçeyê ne dicihdeye divê bêne vekişandin. Piştî rojek derbas bû, balafirên şer ên TSK'ê cihê 3 endamên HPG'ê eşkere kir û êrîşa hewayî pêk anî. KCK’ê daxuyanî da û diyar kir ku PDK’ê hevkariya Tirkiye kiriye û gel îxbar kiriye. Li vir jî Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) bi serokatiya Lahûr Şêx Cengî li ser vê mijarê civînek li dar xist. Di encama civînê de got "Heta niha me xwe girtiye, daxwaz ji serokatiya herêmê dikin ku bi lez biryara vekişîna hêzên Zînî Wertê bide." YNK Mesrûr Barzanî sûcbar kir. YNK'ê ji PKK’ê jî xwest ku ji navçeyê dûr raweste û hêzê neşînin ku Zînî Wertê jî radestî asayîşa navçeyê bike. Tevgera Goran jî bi heman awayî ji bo aramiya rewşê daxwaz ji aliyan kir ku civînekê bikin ji van helwestên ne zelal li ber çavan bêne ronîkirin û ji PKK’ê xwest ku rolê aramîkirinê bigrin û vê mijarê di van demên giran de çareser bikin.
 
HERÊMA ZÎNÎ WERTÊ
 
Herêma Zînî Wertê di sala 1996'an de bû qada şerê dijwar ê di navbera PDK û YNK'ê de. Herî dawi ket kontrola YNK’ê. Herêm nêzî cihê ku PKK lê bi cih bûye. Ji ber vê yekê cihekî stratejik e. Herêm li ser xeta di navbera Barzan, Girê Xudê, Xakurkê de cih digire. Dîsa di navbera Welatê Îran, Tirkiye û Iraqê de cih digire. Qada Zînî Wertê û Asos dîsa herêma Îran û Iraqê bi hev girê dide. Disa bi çiyayê Karoxê herêma Qendil û Behdinanê ku PKK lê bi cih bûye bi hev girê dide. 
 
Bi salan e Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi cih bibe. Lê ji ber ku Tiriye nikare lê bi cih bibe PDK'ê xwest hêza xwe lê bi cih bike. Pişti ku PDK'ê pêşmerge li Zînî Wertê bi cih kirin gelê herêmê ket nava fikaran. Gelê herêmê diyar kirin ku hêza PKK'ê di salên 1990’an de li vir bi cih bû û ev qad ji êrîşan parast. Gelê herêmê diyar dike ku du armanca Tirkiye ya li herêma Zînê Wertê heye. Yek jê dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Ya din jî dixwaze li herêmê serdestiya xwe ava bike. Gelê herêmê destnîşan dike ku Tirkiye di ser vê herêmê re li ser Qendîlê zextan pêş bixe û armanca Tirkiye Qandîl e. 
 
Gelê herêmê diyar dike ku li herêma ku hêza Pêşmergeyên Navendî ya Diyana lê heye, li Navenda Hêza Taybet a Pêşmergê Bapiştê, Hêzên Taybet ên Tirk li vir bi cih bûne û li vir pêşmergeyan perwerde dikin. Gelê herêmê diyar dike ku bi alikarî û derfetên PDK'ê hêzên TSK hem li çoltarê û hem jî li nava bajêr barageh ava kirine. TSKê berê jî li herêmên Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanîmasî, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediye 23 baragehên eskerî ava kiribûn. Dîsa li herêma Başika, Soran, Kala Çolan û Kampa Zûmarê û Balafirgeha Herêma Harir lê zêde kir. 
 
GELÊ HERÊMÊ BI FIKAR E 
 
Gelê herêmê diyar dike ku armanca PDK'ê ya li herêma Zînê Vartê bi cih dibe ewe ku xeta Raperin û Soran ji hev qut bike. Dîsa di operasyonên TSK'ê de dixwaze herema Behdinan (Zap, Metina, Heftanin) û Soran (Qadên Xakurkê, Xinêrê, Diyala û Sîdeka) ji hev qut bike. Dixwaze bi vê yekê li ser herêma Zînî Wertê serdestiyê ava bike. Gelê herêmê destnîşan dike ku bi vê planê dixwaze kelehên berxwedanê yên gelê Kurd hilweşînin. 
 
DIXWAZIN BENDAVÊ AVA BIKIN
 
Gelê herêmê destnîşan dike ku ev ne tenê nakokiya navbera PDK û YNK'ê ye û wekî hamleya mirinê pênase dike. Gelê herêmê diyar dike ku ger plana TSK'ê li Zînî Wertê bi ser bikeve dê di dem3en pêş de li ser xeta Raperin û Asos bi taybetî li dijî Asosê êrîşan zêde bike. 
 
Li herêma Zînî WArte di aliyê xwezayê de jî dewlemend e. Li Herêma Federe a Kurdistanê çem û rûbanên ku ji herêma Xinêrê, Xakurkê û Soran tên û dîsa rûbarê ji Qandîlê tê, li vir dibe yek. Tirkiye dixwaze li vê herêmê bi piştgiriya PDK'ê 22 bendavan li vir ava bike. Ji ber vê yekê gelê herêmê gelek bi fikarin ku planên gelê herêmê û gelê Kurd ji wir vala bike. 
 
MA / Erdogan Altan