Piştî 5’ê Nîsanê tofanê dest pê kir
Onder: Zemîna Îmraliyê rêber e

img

ENQERE – Şandeya Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Piştî vê hevdîtinê pêvajoyek nû, tarî û şer dest pê kir. Endamê Şandeya Sirri Sureya Onder got: “Heke zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin wê ji bo vê gerîneka cîhan ketiye navê bibe rêber.” 

Gelê kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek muxatabê pirsgirêka kurd dibîne. Ocalan ji sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Li ser banga Ocalan di sala 2013’an de li Tirkiyê pêvajoya çareserî û aştiyê dest pê kir. Bi navê Şandeya Îmraliyê ku ji şandeyek siyasetmedaran pêk dihat nêzî du salan bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtina Şandeyê ya li gel Ocalan herî di 5’ê Nîsana 2015’an de pêk hat. Piştî hevdîtinên şandeyê hatin astengkirin li Îmraliyê her ku çû polîtîkaya tecrîtê girantir û berfirehtir bû. 
 
Li ser bangên Ocalan, gerîlayên HPG’ê paş ve vekeşiyan û çek bêdeng bûn. Şandeyên Mirovên Aqilmend ava bûn û li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gel rêxistinên civakî, partiyên siyasî û malbat û kesayetan û civakê civînan û hevdîtinan pêk anîn. 
 
Ocalan di hevdîtina li gel şandeyê ya dawî de gotibû: “Dibe ku êdî we neynin vir û dibe ev hevdîtina me ya dawî be.” Piştî vê hevdîtinê şande qet neçû cem Ocalan. 
 
OCALAN HIŞYARÎ DABÛ Û ŞER DEST PÊ KIR 
 
Piştî ku polîtîkaya tecrîtê ya kûrkirî ket dewrê, carek din pêvajoya “siyaset sekini û ji nûve çek axivîn” dest pê kir. Destpêka xebitandina çekan ango şer jî 24’ê Tîrmeha 2015’an e. Piştî teqîna DAIŞ’ê ya li Pirsûsê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk anî bû. Piştî 24’ê Tîrmehê carek din konspeta şer ket dewrê û heta îro didome. Hêjayî gotinê ye ku piştî hevdîtinên li Îmraliyê bi dawî bûn li Kurdistan û Tirkiyê pêvajoyek dijwar, rojên giran û tofanê dest pê kir. 
 
Yek ji endamê Şandeyê Sirri Sureya Onder ê wê demê parlamenterê HDP’ê bû têkildarî salvegera hevdîtina dawî ya li Îmraliyê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriyê dewletê rêbaza xwe ya “ewlekariyê” ku 40 sal e têde israr dike xist dewrê û dîsa vegeriya ser nêzîkatiyên xwe berê. 
 
‘HELBET MESELEYEK SEDSALÎ ÇARESERKIRIN NE HÊSAN E’ 
 
Onder pêvajoya çareseriyê ya hat bidawîkirin nirxand û got: “Dema mirov li şertê 2 sal û nîvê fragmana pêvajoya aştî û diyalogê dinêre, gelên Tirkiyê û herêmê di bin rewşek giran de derbas dibe. Ev giranî jî ji bo siberojê hêvî û coşê dide nîşandan. Tişta ji van hemûyan girîngtir jî bêyî tu can bimirin em ê bi rastiyê hevrû bimînin. Pirsgirêk qewimîn. Helbeten wê biqewimin. Di encamê de 40 sal pêvajoya şer heye û pevçûnên giran qewimîne. Meseleyek sed salî ku rabe wisa bi rehetî çareser bibe ne hêsan bû.”
 
‘HEKE ZEMÎNA ÎMRALI JI NÛVE WERE ZINDÎKIRIN…’ 
 
Onder da zanîn ku tişta pêwîst a ji bo pêvajoyê nehat kirin û got: “Ya rast ew bû ku îradeya aştiyê nebe qûrbanê şertên konjonkturel û di bine her pirsgirêkê de biryardariya aştiyê bihata nîşandan, bi hêz bibûya wê wisa pêvajo bi ser biketa.” 
 
Onder ji bo dîsa ew pêvajo vegere jî wiha got: “Em derbarê sedemên xerabûna pêvajoyê de dikarin bi cîldên pirtûkan gotinan bêjin. Dîrok berpirsiyariya her kesî ye û kêmasiya qeyd kiriye. Niha pêvajoya em têde derbas dibin gelek girîng e û jiyanî ye. Ji bo em dikaribin çi bikin. Li cihê zorî hebin helbet divê zemîna aştiyê û demokrasiye were xurtkirin. Ev peywîr jî dikeve ser hemû hêzên demokrasiye. Divê aştî Û çareserî peywîra me ewil be. Ez wisa pêewle û pêbawer im heke zemîna Îmraliyê ji nûve were zindîkirin wê rêwîtiya welatê me û herêma me ya ber bi sedsala 22’yemîn ve dest pê bike û ji bo gerîneka dinya ketiyê wê bibe rêberek ronî. Ji bilî vê hemû rêbaz hatine ceribandin û maliyeta wê ya civakî ji bo her kesî giran çêbûye. Aştî, wekhevî û siberojek bi rûmet xeyala her kesî û daxwaza her kesî ye. Divê her kes ji bo vê xeyal û daxwaza xwe hewl bide. Bêyî ku bedelên werin dayîn mezintir bibin û bêyî ku dem dereng bibe.” 
 
MA / Dîren Yûrtsever