Komplo gav bi gav çawa hat pêşxistin?

img

STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi operasyona navdewletî anîn Tirkiyeyê. Di ser radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê re 21 sal derbas bûn. Di komploya navdewletî ku DYA, Îngiltere û Îsrailê serkêşiya wê dikir de gelek welatên din ên cîhanê cihê xwe têde girtin. Kurdan ji bo xwe 15'ê Sibatê wekî "Roja reş" pênase kir û her 15'ê Sibatê vê rojê şermezar dikin û çalakiyên cur be cur li dar dixin. Ji wê rojê heta niha li Rojhilata Navîn şer pêş ket û bû destpêka ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn. 

Axa Rojhilata Navîn ku malovanî ji mirovahiyê re kiriye, di heman demê de di pêvajoya siyasî, olî, aborî û dîrokî de bûye warê şerê navbera nijad û dewletan jî. Heta niha gelek îqtîdar hatin li ser vê axê serwerî kirin û çûn. Gelek dewlet û împaratoran çavkaniyên zikerd û ser erd xistin xizmeta xwe û mêtîngerî pêş xistin. Axa Rojhilata Navîn ji ber dewlemendiya çavkaniyan û cihê xwe yê stratejîk bi sedan salan şer didome û di dorpêça agir de ye. Di dîrokê de kijan hêz li vir serdest bûye ji bo hebûna xwe berdewam bike kaos pêş xistiye. Kaos, şer û kuştin ji ser vê axê kêm nebûye û êdî kirine wekî qedera vê axê. Hêzên emperyalîst ku çav berdane ser dewlemendiya Rojhilata Navîn her dem polîtîkayên perçe bike û bi rêve bibe pêş dixe. Di sedsala 20’emîn de di nava gel û baweriyên herêmê de sînor xet kirin û perçe kirin. Lê bi vê perçekirina bi sînoran negihiştin armanca xwe û tişta dixwestin bi dest nexistin. 
Dewlet û hêzên ku her dem dixwazin serweriyê li ser vê axê bikin; her dem rêber û pêşengên civakê ji bo xwe talûke dibînin. Li dijî pêşeng û rêberan dest bi êrîşan dikin. An wan îmha dikin an jî tasfiye dikin. Yek jî pêşeng û rêberê civakan jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gelê Kurd ji bo xwe pêşeng dibîne ye. Ocalan jî di sedsala 21’an de bû hedefa hêzên navneteweyî û 21 sal berê di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî ji Sûriyeyê derxistin û radestî Tirkiyeyê kirin. 15'ê Sibata 21 sal berê ku Kurd wekî "Roja reş" pênase dikin, ji bo Rojhilata Navîn bûye destpêkek. 
 
Di vê komploya ku DYA, Îngiltere û Îsrail serkêşiya wê dike de Rusya, Îtalya, Yunanistan û Tirkiye jî bûn şirîkê wan û di navde cih girtin. Rêxistinên îstîxbaratê yên van welatan CIA, MOSSAD, EYP (Îstîxbarata Neteweyî ya Yunan" li gel MîT'ê di vê komployê de cihê xwe girtin. Van hêzên navneteweyî ku polîtîkayên gelê Kurd ji bo xwe wekî tehdît dît, xwestin tevgera neteweyî ya Kurd perçe bikin û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê dest bi vê pêvajoyê kirin. Di 9'ê Cotmeha 1998'an de ewil Oclalan ji Sûriyeyê derxistin û di 15'ê sibata 1999'an jî radestî Tirkiyeyê kirin. Di sala 1994’an de Serokê DYA'yê Bîll Clinton, hêj dema Ocalan li Şamê bû, ji bo bi serokê Sûriyeyê Hafız Esad re hevdîtin bike hat Sûriyeyê û Sûriye ziyaret kir. Clinton bi vê ziyareta xwe piştî 21 salan, yekem car Serokê DYA çû Sûriyeyê. Hevdîtina di navbera Clinton û Esad de 4 saetan berdewam kirin. Pişti çend salan şûnde derket holê ku 3 saetan tenê ji bo ku Rêberê PKK'ê Ocalan ji Sûriyeyê derxin hevdîtin kirin. Bi vê hevditinê dest bi avakirina bingeha komploya tasfiyekirin Ocalan kirin. 
 
BINGEHA KOMPLOYÊ DANÎN
 
Piştî hevdîtina Clînton a Sûriyeyê li dijî Ocalan suikast pêş xistin. Di 6'ê Gulana 1996'an de dema Ocalan li Şamê bûn, li nêzî mala Ocalan maşîna teqemeniyê ku tonek teqemeniya C4 têde hebû teqandin. Lê Ocalan di vê suikastê bi saxî xelas bû. Îstîxbarata Tirk rol da Endamê JÎTEM'ê Mahmut Yildirim ê bi kodê 'Yeşîl". Piştî vê êrîşê di 9'ê Nîsanê de Serokê Yunanistanê Kostas Simitis û Serokê DYA'yê Bill Clinton, li Qesra Spî ya Washington'ê hevdîtinek veşarî kirin. Di vê hevdîtinê de Sîmîtis tasfiyekirina Ocalan qebûl kir û piştgirî da polîtîkayên DYA yên herêmê. Yunanistan bi vê hevdîtinê qebûl kir ku di nava komployê de cihê xwe bigire. Li ser Ocalan gravên Ege û Kibris li hev kirin û xwestin tawîzan ji Tirkiyeyê bigirin. 
 
PEYMANA OTONOM A KURD 
 
Piştî hevrdîtina Simitis-Clinton, Rêberê PDK’ê Mesud Barzanî dawetî Enqereyê kirin. Barzanî piştre bi Rêberê YNK’ê Celal Talabanî re dawetî Washgîngtonê kirin. Di 17’ê Îlona 1998'an de di navbera PDK û YNK’ê û navbera DYA’yê de Peymana Otonomiya Kurd a Washingtonê hat îmzekirin. Bi vê peymanê li dijî PKK’ê helwestek hat nişandan û xwestin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tasfiye bikin. Piştî xebatên dirêj komploya navneteweyî ku xistin meriyete di 9’ê Cotmeha 1998’an de xistin meriyete. 
 
JI SÛRIYEYÊ DERXISTIN 
 
DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiye li ser Sûriye dest bi dagirkeriyê askerî, siyasî û diplomatik kirin. Di encama dorpêçê de di 9’ê Cotmeha 1998’an de zext li ser Sûriyeyê kirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Bi gotina Ocalan ‘Ew feda kirin” û derxistin rêwîtiya Ewropayê. 
 
RAWESTGEHA EWIL YUNANÎSTAN 
 
Ocalan piştî ku ji Sûriye hat rerxistin rêwîtiya wî ya ewil Yûnanistan bû. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Balafirgeha Şamê derket û bi balafirgehê çû Balafirgeha Hellinikon a Atînayê. Dema Ocalan çû Yûnanîstanê, Parlamenterê Yunan ê bû sedem ku Ocalan ji Şamê biçe Atîna û wî li wir pêşwazî bike Kostas Baduvas li Atînayê tune bû. Li şûna Baduvas, ji serwîza veşarî ya Yûnanîstanê endamê EYP'ê Savvas Kalenteridis û rayedarê îstîxbarata jor Yannis Stavrakakis  Ocalan li balafirgehê pêşwazî kirin. Endamên îstîxbaratê Stavrakakis û Kalenteridis piştre derket holê ku endamên NATO ne. Ocalan piştî li balafirgeha Hellinikonê rastî endamên îstixbaratê hat got "Ez di şexsê Kostas Simitis, Baduvas, Stavrakakis û Kalenteridis de ji aliyê DYA û NATO ve ketim bin kontrole.” û kemîna li dijî xwe pênase kir. 
 
PIŞTÎ 5 SAETAN KET RÊWÎTIYA MOSKOVAYÊ 
 
Ocalan heta 5 saetan li balafirgeha Hellinikonê dan rawestandin û piştre xwestin Ocalan ji Yunanistan derkeve. Di heman rojê de şandin Rûsyayê. Ji aliyê Nûnerê Rusyayê Numan Uçar (Mahir Welat) ve dawetiye hatibû amadekirin. Piştî dawetiye şandin ji Yûnanistan re Ocalan  bi balafira taybet a Wezareta Karên Derve ya Yûnanîstanê şandin Paytextê Rûsya Moskovayê. Di rêwitiya Ocalan a Rusyayê de Kalenteridis jî li cem Ocalan cihê xwe girt. 
 
Ocalan, li paytextê Rûsyayê Moskovayê ya Serokê dewleta Rûsyayê Boris Yeltsin ê ku alîkariya hêz û pere ji welatên Ewropayê dixwest, ji aliyê Numan Uçar, endamên ewlehiya Rûs û polîtikvanê Rûs û Cîgirê Serokê Meclisa Duma ya berê Vladimir Jirinovskî ve hat pêşwazîkirin. Ocalan, piştî şevekê li Mala Jirinovskî ve hat hat girtin ew birin malek li ciyê. Ocalan li vir serî li malê penaberiyê da. Lê mafê penaberiyê yê di qada hiqûqa navneteyî de tê nasîn qebûl nekirin. 
 
LI SER OCALAN BAZARA SIYASÎ KIRIN
 
Wan rojan Musteşare Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Mehmet Alî İrtemçelîk çû Moskovayê. Îrtemçelîk nameyek Serokwezîre Tirkiyeyê Mesut Yilmaz da Serokwezîrê Rûsyayê Yevgeni Primakov. Di nameye de xwest Ocalan li hemberî bazara aborî radestî Tirkiyeyê bike. Di vê dema bazarê de Ocalan ji Meclîsa jêr a Dumaye xwest ji aliyê siyasî ve bê parastin û stargeha siyasî xwest. Ev daxwaza Ocalan ji aliyê Meclîsa Duma ve di 4’ê Mijdara 1998'an de li hemberî 1 dengî bi 298 dengan hat qebûlkirin. 
 
DYA BERTEK NÎŞAN DA 
 
DYA ku plana tasfiyekirina Ocalan dike ewil bertek nîşanî biryara meclîsa Duma da. Berdevke Wezîrê Karen Hundir ê DYA’yê James Rubin, biryara Duma rexne kir û got “Tu kes nikare mafê stara siyasî ya Ocalan qebûl bike û gef li Rusya xwar. Li ser van geşedanan Parlamenterê Rûs Aleksey Mitrofanov, bi Serokê Rusyayê Yevgeni Primakov re hevdîtin kir û xwest ji bo biryara terkkirina Ocalan a Rûsayê ji nüve di ber çavan re derbas bike. Primakov, ji Mitrofanov re diyar kir ku li hemberî vê daxwazê herî zêde dikare 9  rojan li Rûsayê bimîne. 
 
CLÎNTON GEF LI D'ALEMA XWAR 
 
Li hemberi vê geşedanê Ocalan vê carê piştî parlamenterê Partiya Komînîst a Rizgariya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovanî ket nava tevgerê di 12'ê Mijdara1998'an de derbasî Paytextê Îtalyayê Roma bû. Ocalan piştî 33 rojan li Rûsya ma, derbasî Îtalya bû. Çawa ku Ocalan gihişt Roma hat binçavkirin û girtin. Ocalan piştî demekê li vir girtî ma, dadgehê biryara girtina wî rakir, lê di bin dorpêçê de bû. Ocalan li Îtalya jî xwest bibe walityê Îtalya yê siyasî.Piştî Îtalya welatîbûna Ocalan a siyasî qebûl kir, Tirkiye ambargo danî ser Îtalya. Bill Clinton ji bo Ocalan ji Îtalyayê derxin ket nava liv û tevgerê. Di 21'ê mijdara 1998'an de Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Madeleine Albright, ji bo Ocalan ji aliye tu welatan ve neyê qebûlkirin ket nava tevgerê. Li gorî vê yekê bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Javier Solana re hevdîtin kir. Serokê DYA Clinton jî di 24'ê mijdara 1998'an de bi telefonê li Serokê Îtalyayê Massimo D'Alema geriya û gefa ‘Ji şaşiya dîrokî vegerin' xwar û xwest Ocalan ji Îtalyayê derxin. 
 
LÊGERÎNA WELATÊ NÛ
 
DYA, Tirkiye û Nato zext li Îtalya kirin ku Ocalan ji welatê xwe derxin. Serokê Îtalya D'Alema, dixwest derxistina Ocalan a dervê welat li gorî zagon û hiqûqê be. Li ser vê yekê xwest Ocalan nameya "Ez bi vîna xwe ya azad" derdikevim" bide wan û piştre wî derxin. Li ser vê yekê Ocalan jî got "Ger ku teminatê bidin wê demê ez dikarim derkevim". Li ser daxwaza Ocalan hikûmeta Îtalya di nava Ewropa de ket nava dîtina welatekî. Lê welatên Ewropa vehewandina Ocalan red kirin. Ocalan xwest biçe Senegalê. Vê carê li ser Avusturya û Finlandiya niqaş kirin. Finlandiya bi şerê 'Ger ku Almanya qebûl bike' em êqebûl bikin derxist pêş û Finlandiya qebûl nekir. Avusturya jî daxwaza Ocalan red kir. 
 
LI BERAMBERÎ OCALAN DEYNÊ ÎMF'Ê  
 
Ocalan 66 rojan li Îtalyayê ma. Piştre bi balafira ku Serokdewletê Îtalya tesîs kir, şandin Rûsyayê. Ocalan cara duyemîn çû Rûsyayê. Di 16'ê Çileya 1999'an de cara duyemîn çû Rûsya. Îtalya ji Rûsya daxwaza ‘Ger hûn Ocalan qebûl bikin emê krêdiya deynê IMF'ê yê sala 1998'an a 8 milyar dolar vekin.' pêşniyar kir. Ocalan di 17'ê Çileya 1999'an de çû mala ku jêre hatiye amadekirin. Rayedarên Ewlehiya Rûs, peyama Serokê Rusya Primakov a ‘Hikûmeta me destûr nade hûn li vir bimînin. Divê bê şert di nava 3 rojan de hûn Rûsya terk bikin. Lê cihê hûn biçin hûn diyar bikin.' da Ocalan. Roa dîtir di 18'ê Çile de Sefîrê Rûsya yê Tirkiyeyê Aleksandr Lebedev, ji Tirkiyeyê re gotin ‘Çawa ku Ocalan hat girtin wê bê dersînorkirin.' Li ser vê yekê ziyareta Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Madeleine Albright a Rûsyayê ket rojevê. Albright beriya Moskova ziyaret bike di 20'ê Çileya 1999’an de Ocalan li balafira kargo suyar kirin û şandin Kirgızistanê û revandin Bişkekê. Ocalan li gundekî Bişkekê 8 rojan girtî hat hiştin. Hemû têkiliyên wî yên bi derve re hat qutkirin. 
 
Ocalan di 28'ê Çile de bi balafirekê cara duyemîn li dijî hiqûqê hat dersinorkirin û dîsa şandin Moskovayê. Ocalan birin avahiyek ku yekîneyên taybet ên Rûs lê dimînin. 
 
PEYMANA SÛRIYE TIRKIYE 
 
Piştî Ocalan anîn Moskovayê, rayedarên Rus  hatin cem Ocalan û gotin 'Em ê te bişînin Şamê. Di vê mijarê de Suriye û Tirkiye li ser Ocalan li hev kirin. Sûriye soz da ku Ocalan biçe welatê wan dê teslîmî Tirkiyeyê bikin. Ocalan, ev daxwaza çûyîna Sûriyeyê red kir. 
 
ÎXANETA PANGALOS
 
Ocalan, di 29'ê Çileya 1999'an de bi rêya Amiral Naksakis ê teqawît, bi balafira taybet a şandibûn Rûsyayê cara duyemîn çû Atinayê. Di 30'ê Çile de dîsa rastî plana taybet a Yûnan hat. Naksakis, bi Wezîrê Karên Derve yê Yûnanîstanê Teodoros Pangalos re hevdîtin kir û xwest Ocalan li Yûnanîstanê bimîne. Pangalos, bi rêya Naksakis ji Ocalan re got ‘Hûn bi xêr hatine welatê me. Em dixwazin bi tere hevdîtin bikin. Dê di aliyê hiqûqî de kar û barê pêwist wê bê kirin. Jibo vê yekê em dixwazin rewşa we niqaş bikin. Ez dê bi xwe tev li niqaşan bibim'. Li ser vê yekê Ocalan hevdîtin qebûl kir. Ocalan bi heviya ku dê bi Pangalos re hevdîtin bikin bi Naksakis re çûn cihê hevdîtinê. Lê Ocalan li şûna Pangalos bibîne, rastî sûxurê Yunan Stavrakakis û Kalenteridis hatin. Stavrakakis, li vir ji Ocalan re got 'Heta sibê em wext didin te. Li dijî wê em ê bi zorê te derxin û daxwaza Ocalan a welatîbûnê red kir. Ocalan li ser vê yekê pêşniyar kir ku biçe Hollandayê. Sixur Stavrakakis, got ger ku Ocalan biçe Hollanda dê dîsa wî bişînin Yûnanîstanê û ev pêşniyar red kir. Ewil dê Ocalan ji li dervê peymana Shengeneyê, ji Yunanîstanê bibirana bajarê Minsk a Rûsya Spî. Dê ji wir jî şandibûna bajarê Lahey ê Hollandayê. 
Ocalan di 31'ê Çile de bi balafira ku Yunanîstan şandin paytextê Rûsya Spî Minskê. Balafira ku Ocalan ji Mins bibin Hollanda jî li Minskê amade kirin. Roja ku Ocalan,ji Atina derket û li balafirgeha Minskê daket, Serokê Rusya Primakov, diyar kir ku hemû balafirgehên Ewropa li Ocalan hatine girtin. Ev biryar ji aliyê îstîxbarata NATO ve di civîna li Swêdê ya veşartî hat girtin. 
 
GRAVA KORFU
 
Balafira ku Ocalan bibe Hollanda mehatibû balafirgeha Minskê. Xwestin Ocalan ji balafirgeha ku ew anîn Minskê daxin xwar. Ocalan ev yek qebûl nekir. Li ser vê yekê balafira Yunanîstan di heman şevê de saet di 04.00'an de dîsa vegeriya Atînayê. Ocalan, li Atîna dîsa ji aliyê endamê DYA û NATO Stavrakakis ve hat pêşwazikirin. Ocalan di heman şevê de birin Grava Korfû ya ku eskerên DYA û îngîlîz lê hene. Di sibeha 1'ê Sibatê de Pangalos, li Sefîrê DYA yê Atînayê Nicholas Burns geriya û diyar kir ku Ocalan li Yûnanîstan e. Burns jî ji Pangalos re got 'Başe hûn wî ji Yûnanîstan terxin ê din tev lê nebin." 
 
 
NÛÇEYA ÎXANETÊ: EM BI SER KETIN 
 
Sîxur Kalenterîdîs, careke din hat cem Ocalan ku li navenda îstîxbaratê ya li Korfûyê dima û jê re ev peyam ragihand: "Me bi ser xist. Bi Pangalos re axivîm, ji we lêborîn dixwaze. Ji ber ku ne baş nêzî we bûye. Me çareserî dît, em ê we bişînin welatekî Afrîkayê. Hun ê bi awayekî demkî di bin ewlehiya hikûmeta Yewnanistanê de li vir bimînin, Di nav vê demê de pasparto we bê amadekirin û wê we bibin Komara Afrîkaya Başûr." Kalenterîdîs, di vê hevdîtinê de ji Ocalan re qet qala Kenyayê nekiriye û cihê ku wê biçê ji bo çûyîna Komara Afrîkaya Başûr weke rawestgehekê diyar kiriye.
 
BALAFIR DAKET KENYAYÊ 
 
Ocalan, ji mala li Girava Korfûyê ku lê di bin tecrîdê de bû, vê carê ji bo balafira Afrîkayê saet 20.30'an de derket rê. Balafira ku şeva 1'ê Sibatê bi 2'ê Sibatê ve girêda, saet di 05.30'an de ji bo birina Ocalan hat balafirgeha leşkerî ya veşarî, tu qeydeke wê fermî, nimre, al, aîdiyeta wê tunebûn. Balafira veşarî ku ji Swîsreyê hat û ji aliyê Gladioya NATO û CIA'yê ve hatibû eyarkirin, di 2'ê Sibata 1999'an de xwe li paytexta Kenya Nairobiyê danî. Sefîrê Mezin ê Kenyayê George Kostoûlas, li vir Ocalan pêşwazî kir. Kostoûlas, ku cara yekemîn li balafirgehê Ocalan dît, jê re got, 'Li NATO'yê, yekîneya ku 20 sal in, li te digere, bi rê ve dibim. Li hewa li te digeriyam, min te li erdê dît'. Ev jî nîşan dide ku NATO'yê çawa tasfiyekirina Ocalan organîze kiriye. 
 
HEVKARIYA AMERÎKA-SÎMÎTÎS-TIRKIYEYÊ
 
Rojek piştî hatina Ocalan a Kenyayê, di 3'ê Sibata 1999'an de Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathoûrîma û Sefîrê Mezin ê Yewnanistanê yê Kenyayê George Kostoûlas biş awayekî veşarî hevdîtin pêk hat. Dema ku ev hevdîtin dihat kirin, hevdîtineke girîng jî li Enqereyê dihat kirin. Li Enqereyê, heyeteke di bin serokatiya Serokê Îstixbarata Îsraîlê, li Wezareta Karên Derve, MÎT û Serfermandariya Giştî bi rayedaran re hevdîtin dikir. Di wan saetan de Sefîrê Mezin ê Amerîkayê yê Atînayê Nîcholas Bûrns jî li bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê ji rojnamegeran re ev tişt digot: "Yewnanistanê, di mijara Serokê Giştî yê PKK'ê de tişta pêwîst kiriye." Ev hemû geşedan, teqez dikin ku Ocalan, bi hevkariya Amerîka-Sîmîtîs-Tirkiyeyê şandina Kenyayê. Sedema hilbijartina Kenyayê ya ji bo radestkirina Ocalan jî ji ber navendbûna wê ya sîxûrên CIA û Îsraîlê bû. 
 
Di 4'ê Sibata 1999'an de careke din di navbera Sekreterê Daîmî Kathoûrîma û Sefîrê Mezin Kostoûlas de li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê, hevdîtin hat kirin. Di saetên şevê yên heman rojî de endamekî CIA'yê, li mala wî bi Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagûn re hevdîtin pêk anî. Rayedarê CIA'yê, bi fermana Serokê Amerîkayê Clînton ji bo girtina Ocalan, pêşniyara operasyonê li MÎT'ê kir. Tirkiyeyê vê pêşniyarê qebûl kir û paşê Serokwezîrê demê Bulent Ecevît jî got ku di 4'ê Sibatê de ji wan re agahiya ku dikarin Ocalan ji Afrîkayê bigirin hatiye û li ser vê yekê ketina nav liv û tevgerê. 
 
EKÎBA TIRK ÇÛ ÛGANDAYÊ Û OCALAN ANΠ
 
Tirkiye kêlî bi kêlî ji geşedanan hat agahdarkirin. Di çarçoveya planên hatin kirin de amadekariyên balafira dê Ocalan bianiya kirin. Amadekariyên balafirê temam bûn. Balafir di 10’ê Sibata 1999’an de ji Stenbolê çû Balafirgeha Entebb a Ûgandayê. Paşê derket holê ku ev balafir aîdî karsaz Cavît Çaglar e. Di vê koma operasyonê de 9 kes heb3un û 5 ji wan endamên MÎT’ê bûn. Ev ekîb li Ûgandayê li benda agahiya ku ji Kenyayê were bûn. 14’ê Sibatê diqediya û roj dibû 15’ê sibatê û al û nimreya li ser balafirê jê hat birin û li şûna ala Tirkiyê ala Malezyayê pêve danîn û nimreyek sexte nivîsandin. 
 
DERMANÊN HIŞBIRÊ LÊ DIDIN 
 
Roja 15’ê Sibata 1999’an Ocalan bi vê balafirê anîn Tirkiyê. Di vê navberê de serî li rêbaza hişbirinê didin û dermanên hişbir li Ocalan didin û wî ji ser hişê wî dibin. Ocalan tîne ziman ku vê rêbazê bi rojan dewam kir. 
 
JI DEVÊ OCALAN 15’Ê SIBATÊ 
 
Polîsên Kenyayê bi darê zorê Ocalan radestî îstîhbarata Tirk dikin. Ocalan derbarê revandina xwe ya ku wî anîn Tirkiyê de wiha dibêje: “Yên min bi darê zorê bi jîpê revandin, polîsên Kenya û rayedarên îstîhbaratê bûn. Yên di erebê de hemû zilamên reşîk bûn. 4 kes bûn. Balkêş bû, dema em gihîştin balafirgehê tu polîs û nokteyên kontrolê tune bûn. Rasterast erebe derbasî balarfirgehê bû û di heman kêliyê de min li balafirê siwar kirin. Ev jî îşareta ku her tişt ji berê ve hatiye plankirin bû. Van zilamên reşik hema erebeya xwe birin ber balafirê û min lê siwar kirin. Yên li derdora balafirê hemû bi çek bûn. Cilên sivîl li wan bûn û hin ji wan berçavkên reş dabûn ber çavê xwe, ji wan jî çavên wan kesk bûn, kej û gewr bûn, bejna wan dirêj bû û qelew bûn. Min ferq kir ku van kesên bi çekên otomatik tertibata xwe girê dane. Dibe ku Îsraîlî bin jî. Lê bêtir dişibiyan Amerîkiyan. Ew îhtîmal heye ku ev zilam, endamên CIA û MOSSAD’ê bin. Heta ku min li balafirê jî siwar kirin Tirk tune bûn. Tirk di hundirê balafirê de bûn. Çawa min birin hundirê balafirê, Tîmên Taybet ên Tirk bêyî ku tiştekî bêjin min avêtin erdê û min li erdê dirêj kirin. Her tiştê li ser min hildan, bi bantan her aliyê min girê dan, çavê min bant kirin û min danîn dawiya balafirê. Hema bêje hişê min bi temamî ne li serê min bû. Ez dikaribûn bimeşim lê di rewşek ku bifikirim de bûm. Piştî du saetan ez şiyar bûm. Balafir du car daket, cara ewil li Misrê bû cara duyem jî ya li Îsraîlê bû ya jî li Qibrisê bû. Dema êdî ez hatim ser hişê xwe di 16’ê Sibata 1999’an de, min dît ku ez li Girava Îmraliyê me. Girava Îmraliyê jî bi taybetî ji bo min amade kiribûn. Heman rojê (16’ê sibatê 1999) Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît têkildarî anîna min a Tirkiyê daxuyanî da raya giştî.” 
SIBÊ: Ji devê Ocalan 15’ê Sibatê: Ji bo min hevkariyê red kir biryara tasfiyeya min hat girtin 
 
MA / Ferhat Çelîk