Kuştina Silêmanî û hevsengiyên li Rojhilata Navîn

img

QAMIŞLO - Piştî kuştina Qasim Silêmanî, rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû û ev rageşî dike ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn bên guherandin. Tê gotin haya Rûsya û Îsraîlê ji vê sûîqastê hebûye û zanibûne wê bê kirin. 

Piştî DYA'yê li Iraqê Fermandarê Hêza Qudûsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Qasim Silêmanî kuşt, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ber bi asteke din ve çû û li herêmê rageşiya di navbera DYA-Îranê de zêde bû. Rayedarên payebilind ên DYA'yê ne li benda êrîşeke wiha bûn û her wiha ji bo tolhilgirtina Îranê jî tiştên tê gotin tenê texmîn in. Kuştina "koordînatorê Rojhilata Navîn" ê Îranê Silêmanî, di heman demê de qada Iraq û Sûriyeyê ji nû ve sincirand. 
 
‘HEYVA ŞIÎTIYÊ Û SILÊMANÎ' 
 
Gava di sala 2011'an de li Rojhilata Navîn şerên navxweyî dest pê kirin Îranê jî xwest di van şerên navxweyî de rol bigir û bi projeya "Heyva Şiîtiyê" daket qadê. Fermandariya Hêza Qudûsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ev peywir girt ser xwe. Ev sazî polîtîkayên derve yên Îranê pêk tîne û serekê vê jî Qasim Silêmanî bû. Silêmanî, serekê projeya avakirina Heşdî Şabiyê bû jî û her wiha ê ku li Sûriyeyê Hîzbûllahê daxilî nav şer kir jî ew bû û ê ku li Yemenê Hûsî derxistin pêş û ê ku li Lubnan û li herêmên din projeyên Îranê berbiçav kirin jî ew bi xwe bû. Yanî li Rojhilata Navîn ê ku DYA'yê ditengijand yek jê jî Silêmanî bû û ji bo Îranê gelek mewzî û sîper bi dest xistibûn. 
 
TILIYA RÛSYA Û ÎSRAÎLÊ YA DI SÛÎQAST DE! 
 
Piştî êrîşa li hemberî Balyozxaneya DYA'yê ya li Bexdayê, sûîqasta Silêmanê pêk hat û ev sûîqast bû sedem ku hevseng û têkiliyên li Iraqê dîsa bi paş ve biçin. Her çend ji bo vê sûîqastê tê gotin DYA xwestiye bêje "dev ji Iraqê berde" jî, lê belê tê diyarkirin wê Îran nifûza xwe ya li Îranê zêdetir bike. Tê gotin haya Rûsyayê ji vê sûîqastê hebûye û di hevdîtina Rûsya û DYA'yê ya li Tel Avîv a Îsraîlê de li ser vê yekê li hev kirine ku di 25'ê Hezîrana 2019'an de pêk hatibû. Li gorî agahiyên ji wê hevdîtinê bi dest ketin, her du hêz jî ji bo kêmkirina hêza Îranê ya li herêmê li hev kirine. Yanî her du hêzan xwestiye pêşî li Iraq û Sûriyeyê hêza Îranê bê kêmkirin. 
 
Li Rojhilata Navîn, DYA bêyî haya Îsraîlê gavekê jî navêje û ji ber vê îhtimala ku tiliya Îsraîlê di kuştina Silêmanî de heye jî zêde ye. Ji xwe daxuyaniyên Îranê yên ji bo DYA û Îsraîlê jî îşaret bi vê yekê dikin. 
 
Piştî vê pêngava DYA'yê Îranê jî kartêkariya xwe ya li herêmê xist dewrê û kir ku Meclîsa Iraqê tev bigere. Piştî sûîqastê 2 roj şûnde Meclîsa Iraqê li hev kom bû û biryar girt ku hêzên DYA'yê ji Iraqê derkevin. Her wiha Meclîsa Iraqê peymanên ewlehiyê yên bi DYA'yê re jî hemû betal kirin û niha hewl dide vê yekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişîne. 
 
Li Iraqê 9 binkeyên eskerî yên DYA'yê û nêzî 5 hezar eskerên wê hene û niha ev yek bûye cihê nîqaşê ku dê eskerên xwe bi çi awayî ji Iraqê derxe. Ev biryar bû sedem ku hebûna DYA'yê ya li Iraqê di pozîsyoneke "dagirkeriyê" de bê nirxandin. Piştî vê Koalîsyona Navdewletî jî ragihand ku wan perwerdehî û desteka ji bo hêzên Iraqê rawestandiye. Îjar tişta bûye cihê meraqê jî di van şert û mercan de liv û tevgerîna DYA'yê ye. 
 
BEXDA Û DÊRA ZOR 
 
Gelek kes dibêjin ku wê Îran bêbersiv nemîne û awayê bersivdayînê bûye cihê nîqaşan. Her wiha qadên mîsîlemeyên muhtemel jî Iraq û Sûriye dixuyên. Piştî vê li Bexdayê binkeyên koalîsyonê yên DYA'yê qilqilîn û li Sûriyeyê jî li herêma Dêra Zorê liv û tevgerek çê bûye. Tê gotin Îranê li van deran dest bi amadekariyan kiriye û wê çalakiyên eskerî pêk bîne. 
 
REWŞA HEŞDÎ ŞABΠ
 
Tiştekî din jî ew e ku tê gotin ji bo vekişandina DYA'yê wê çalakiyên li Iraqê girantir bibin. Wê bi vî awayî zorê bidin DYA'yê. Tê gotin wê DYA jî li gor tişta tê kirin tev bigere. Wisa xuya dike wê Heşdî Şabî hîn bêtir bibe hedefa DYA'yê. 
 
WÊ TESÎREKE ÇAWA LI HERÊMÊ BIKE? 
 
Îhtimala ku dê rageşiya di navbera DYA-Îranê de bibe cihê şerekî mezin qels e. Lê wê rageşiya di navbera her du dewletan de zêde bibe. Û wê pêngavên siyasî û eskerî yên ji ber vê rewşê bi her awayî geşedan û qewimînên li Rojhilata Navîn xurtir bike. Her wiha wê rageşiya di navbera DYA-Îranê de tesîrê li rewşa Rûsya û Tirkiyeyê jî bike. Niha her çi qas hemû hêz bi tevdîr tev bigerin jî, lê dibe ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn dîsa serobino bibin. 
 
MA / Nazim Daştan