Rejîm û Rûsya li ber derê QSD'ê ne HTŞ jî di xeyala Helebê de ye

img

ÎDLÎB - Tê gotin ku Rûsya û rejîma Esad ji bo Îdlîbê ku bûye gêrika şerê navxweyî yê Sûriyeyê, bi QSD'ê re tên gel hev. HTŞ û komên din ên din ên li Îdlîbê jî ji ber ku piştgiriya dixwazin ji Tirkiyeyê negirin, bi armanca pêşî li êrîşên li hemberî xwe bigirin çav berdana navenda Helebê. 

 
Operasyonên rejîma Sûriyeyeyê yên li dijî Îdlîbê ku bûye xaleke xitimandinê ya şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi lez berdewam dikin. Bajarê ku Rûsya, Îran û Tirkiye li bi bandor in, bûye navenda peymanên herêmî û navneteweyî. Tê pêşdîtin ku dê di sala 2020'an de şerê Îdlîbê hê kûrtir bibe. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)
 
QEYRAN MEZIN DIBE
 
Îdlîb, di sala 2015'an de ket bin kontrola Heyet Tehrir El Şam'ê (HTŞ) ku weke 'El Nûsra' tê zanîn Û piştgirî ji Tirkiyeyê digire. Ji vê salê ve ev bajar di nav aliyan de dibe sedema qeyranê. Îdlîba ku dikeve rojavayê bakurê Sûriyeyê, her çiqas di bin kontrola Tirkiye û komên ku piştgiriya wan dike de be jî hewldanên careke din girtinê yên Rûsya û rejîma Sûriyeyê qet net nesekinîne. Tirkiyeyê timik bi piştgiriya NATO'yê van helwdanan vala derxist, lê ev yeke jî ji çareseriyê bitir tenê pirsgirêkê di paş de xist. Di pêvajoya niha de pirsgirêka Îdlibê ku xwe ferz dike gihîştiya asta navneteweyî. Tirkiye hê jî hewl dide ji vê yekê sûd werbigire. 
 
REJÎM DIXWAZE BI OPERASYONÊN PARÇEBÛYÎ BIGIRE
 
Rejîma Sûriyeyê ku di sala 2020'an de jî operasyonên xwe yên li Îdlîbê didomîne, li bejahiya başûrê Îdlîbê mewziyên girîng kir bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê ku piştî şerên naxweyî yê 9 salan ji hev ketine, li şûna operasyoneke mezin, dixwazin bi awayekî parçe parçe Îdlîbê ki komên selefî bigirin. Bi nêzbûna serdana Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn a ji bo Tirkiyeyê, rejîmê jî lez da operasyonên xwe. Rejîm, hem HTŞ û komên din û hem jî nokteyên 8-9'emîn ên Tirkiyeyê ku di bin navê "herêma bêşer" de li herêmê daye avakirin dike hedef û êrîş dibe ser wan. Gengeşiya li herêmê baş zêde bûye û bazariyên di navbera aliyan de jî bi vê re zêde bûne. 
 
TRAFÎQA RÛSYA, ŞAM Û RÊVEBERIYA XWESER
 
Rûsya di vê mijarê de hem bi Tirkiye û hem jî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtinan dike. Rûsya ji ber koza xwe ya dijberî NATO'yê naxwaze Tirkiyeyê winda bike û li gorî guhertina hevsengiyan hewl dide têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re jî xurt bike. Rûsya ku ji bo rola navbeynkariya di navbera rejîma Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de xwe amade dike ku hin gavan bavêje, amadekariyan dike ku Şandeyeke Rêveberiya Xweser vexwîne Şamê. Tê gotin ku dê hevdîtinan de Îdlîb jî bê axaftin. Çavkanî, di wê baweriyê de ne ku dê hem Rûsya û hem jî rejîm ji QSD'ê daxwaz bikin ku di operasyona ku tê plankirin li Îblîbê bê kirin de cih bigirin. 
 
DÎSA BI PENABERAN GIRT
 
Tirkiye ku ji tiştên ji ber operasyoneke muhtemel li Îdlîbê biqewimin, gumanan dike, careke din bi qertê penaberan girt. Tirkiye di vê mijarê de dixwaze NATO û hêzên ewropî bitepisîne û zextê li Rûsyayê dike ku êrîşên xwe yên hewayî yên li ser herêmê rawestîne. Tê ragihandin ku Tirkiye bi windakirina nokteyên xwe yên çavdêriya leşkerî re rû bi rû ye. 
 
HTŞ Û KOMÊN DIN LI 'RÊ' DIGERIN
 
Tê gotin ku di encama êrîşên rejîmê yên berdewam dikin de di navbera Tirkiye û HTŞ û komên din de gengeşî derketine. Tê nirxandin ku HTŞ û komên din ên ku gav bi gav mewzî winda dikin, ji bo derbaskirina vê rewşê li hin rêyên din digerin. Nîşaneya vê yekê jî çûna HTŞ û komên din a ber bi bejahiya Helebê ve û bi cihkirina hêzê ye. 
 
Tê angaştkirin ku HTŞ û komên din, bi armanca ku pêşî li êrîşên Rûsya û rejîmê yên li hemberî xwe bigirin, di çarçoveya van amadekiriyên xwe de careke din berê xwe bidin navenda Helebê. 
 
MA / Nazim Daştan