Selefiyên li Idlibê dişînin Libyayê

img
KOBANÊ - Îtîfaqên Serdestan ên li Sûriye û Libyayê li gorî eniyan tên guhertin. Her ku enî tê guhertin îtîfaqên wan jî tên guhertin. Hat îdîakirin ku Tirkiye 500 endamên çekdar ên selefî şandine Lîbyayê. Lê têkildarî vê yekê tu kesî dengê xwe dernexist. Di hamleyên ku wekî 3'emîn şerê cîhanê tê pênasekirin, gelek nexşe ji nûve tên xêzkirin. 
 
Li Rojhilatê Navîn û Bakurê Efrîqayê piştî sala 2010'an îsyanên gel li Tunus û Libyayê dest pê kir û li Misir û Sûriyeyê belav bûn. Vê yekê bi xwe re şerê navxweşî pêş xist û heta 2020'an didome. Şerê ku li Sûriye, Lîbya û welatên din pêş ket 9 sal li pey xwe hişt. Di nava 9 salan de bi hezaran mirov hatin kuştin û bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koç bûn. Gelek hêzên herêmî û navneteweyî li herêmê hatin hemberî hev. Bi taybetî li Sûriye û Lîbyayê gelek kom ketine nava hev. Li gel DYA, Rusya, Îsrail û hêzên Ewropa; Tirkiye jî dixwaze li herêmê bibe xwedî rol. Geşedanên li herêmê rû didin wekî şerê 3'emîn ê cîhanê tê pênasekirin. 
 
Di şerê 1'emîn ê Cîhanê de hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Bakurê Afrikayê nexşe ji nûve hatin guhertin. Di şerê 2'emîn ê cîhanê de welatên ku ji vê guhertinê ketin bin bandorê yek jê Tirkiye bû. Piştî şerê 2'emîn ê cîhanê Rojhilata NAvîn her dem li ber teqînê ye. Piştî serhildan û aloziyan li Tunusê dest pê kir û wekî bahara Ereban hat pênasekirin, di serî de li Libya, Yemen, Misir û Suriyeyê belav bû û wekî Sêyemîn Şerê cîhanê hat pênasekirin û nexşeyên herêmê ji nûve tên guhertin. Heman welat li ser heman axê li şûna bibin du enî, li hin cihan di eniyekê de û li hin cihan di eniyên beramberî hev de cih digirin. Yek ji welatên ku ev stratejiya welatên serdest xwe lê nîşan didin Sûriye û Libya ye. 
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêj didomin. Li Idlibê jî di nava Rûsya Îran û Tirkiyeyê de qrîz kûr dibe û didome. Li gorî peymana Astana diviya bû Tirkiye komên çekdar ji Idlibê derxistibûna. Lê ji ber ku Tirkiye erka xwe pêk neanî, Rejîma Sûriye li dijî Idlilê dest bi operasyonê kir. Komên çekdar Heyet Tehrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Idlibê di kontrola xwe de digire, bêtir bi hêz bû. Niha jî Libya tev li vê pêvajoyê bû. Vê carê Rusya û Türkiye li bazara Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Libya jî lê zêde kir. 
 
500 ENDAMÊN SELEFÎ ŞANDIN LIBYAYÊ
 
Di vê pêvajoya ku Tirkiye û Rusya bazarê dikin hat diyar kirin ku Turkiye 500 endamên komên Selefi yên li Idlibê li dijî Rejîma Sûriyeyê şandin Libyayê. Tê gotin ku ev 500 kes endamên Ehrar Şerqiye û Tugayên Sultan Murat ên li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî Kurdan şer kirine pêk tên. Tirkiye ji bo van kesên ku ew şandin Libya ku şer bikin serê kesekî 2 hezar dolar meaş girêda. Ji bo kesên di şer de birîndar bûn jî 35 hezar dolar tazminat mîsoger kir. 
Hat diyar kirin ku ji bo 500 kesên ewil şandin Libyayê ji bo her kesekî 300 dolar pere dane wan. Hat diyar kirin ku ev kes li Kendava Îskenderun a Hatayê şandin Lîblayê. 
 
Li dijî van komên ku Tirkiye şandin Libyayê, ligel DYA, Îngiltere, Îtalya, Fransa û Almanyayê, û Rusya bêdeng e. Tê diyarkirin ku ev encama peymana di navbera Tirkiye û Rûsya de hatiye aşkerekirin û NATO jî di nava vê yekê de ye. 
 
MA / Nazim Daştan