'Roboskî dibe ku destpêk be'

img

ŞIRNEX - Di ser komkujiya Robaskî re 8 sal derbas bû. Lêgerîna malbatan a “edaletê” 8 salin didome. Malbat dê îsal di sala 8'an de 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser goristanê bibîr bînin. Ferhat Encu ku 3 salan girtî ma jî dê îsal beşdarî merasimê bibe. Encu, anî ziman ku armanc dikin ku ji nûve dosya dozê vekin û wiha got: “Ger ku em îtîrazek bi hêz bikin dibe ku Roboskî bibe destpêk." 

 
8 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê, di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 welatî hatin kuştin. 8 sal borîn, lê hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin. Rayedarên hikûmetê hemû sozên bi boneya kiryaran derxin holê dan malbatan jî bi cih neanîn. Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Roboskî red kirin, parêzeran dosyeyê şand Dadgeya Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) û bi hêceta “hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane” hat redkirin. Ji ber dosye hat girtin parêzerên malbatên Roboskî carek din delîl kom kirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Qilebanê dan. 
 
Her sal, di salvegera komkujiyê de bernameya bîranîna 34 kesan tê li darxistin. Îsal jî malbat dê bernameya bîranînê li dar bixin. Îsal Parlamenterê HDP'ê yê berê Ferhat Encu yê ku zêdeyî 3 salan girtî ma û 33 xizmên xwe di komkujiyê de winda kiribûn jî dê beşdarî merasimê bibe. Encu di 4'ê mijdara 2016’an de dema parlamenterê HDP'ê bû hat girtin. di sibata 2017’an de hat berdan. Piştî hat berdan li ser îtîrazê 2 roj şûnde dîsa hat girtin û rastî 4 sal û 7 meh û 10 ceza hat. Encu di 14'ê hezîrana 2019'an de hat berdan. Encu dê piştî 3 salan dîsa beşdarî merasima 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de hatin kuştin bibe. Lê malbat dê di 8’emîn salvegera bibîranînê de vê carê bêyî Serokê Komeleya Roboskî (Roboski-Der) ya bi KHK'ê hat girtin, Velî Encu 34 kesan bibîr bînin. 
 
Ferhat Encu, bi minasebeta 8'emîn salvegera komkujiyê axivî. Encu, anî ziman ku girtina birayê wî Velî Encu raste rast bi têkoşîna edaletê ya ji bo Komkujiya Roboskî ve girêdayî ye û wiha got: "Raste rast bi komploya ji aliyê dewletê ve pêk hat hat girtin. Niha Welî bi vê komployê girtî ye. Di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Lê hêj faîl nehatine dîtin û nehatine darizandin. Komkujiya Roboskî li Tirkiyeyê encama polîtîkaya bêcezakirina esker, polîs û rayedarên dewletê ye. Polîtîkaya bêcezakirinê polîtîka dewletê ye. Çawa ku bi hezaran kes ji aliye faîlên nediyar ve hatin binçavkirin û windakirin, encama polîtîkaya bêcezakirinê ye, ev yek ji bo Roboskî ji ket meriyetê. Di komkujiya Roboskê de dewlet li ser sûc hat zevtkirin. Li gel vê yekê polîtdîkaya bêcezakirinê xistin meriyetê. Heta niha di qada darazê de gavek jî nehat avêtin. Dema mirov lê dinere pir aşkere û bi plan hatiye kirin. Di darizandina vê dozê de hat dîtin ku daraz çiqas girêdayî otorîteya siyasî ye. Dema mijar dibe dewlet kujer tên parastin. Ev pir aşkere li holê ye. Dema mijar dibe Kurd pergala darazê dikeve kontrola otorîteya siyasî. Ev ji bo dewletekê şerma herî mezin e. 
 
Encu, bal kişand ser gotinên Serokwezîrê berê Tayyip Erdogan a wê berpirsiyaran ronî bikin û darizînin jî û wiha lê zêde kir: "Erdogan piştî vê gotinê Serfermandarê Giştî yê Artêşê bi sedema hasasiyet nîşan daye spasiyên xwe anîn ziman. Li holê 19 jê zarok 34 mirov hatin kuştin. Cenazeyên wan perçe bûn û li ser pişta hespan anîn. Cenaze li ser hev avêtin roporka traktorê. Li gel vê yekê spasiya hassasiyetê dike. Ji destpêka komkujiyê heta niha em wekî malbat diyar dikin ku yên ev komkujî kirine, kesên vî welatî bi rêve dibin e. Ji ber vê yekê ev komkujî di zanîna  otorîteya siyasî de pêk hatiye. Ji destpêkê heta niha tu rayedar û berpirsiyar nehatin darizandin û lêpirsîna wan nehat kirin. Tu kes ji peyvirê nehatin girtin. Ji ber vê yekê gotina Serokwezîre wê demê tenê di gotinê de ma."
 
Encu da zanîn ku biryara AYM'ê û biryara DMME'ê jî siyasî ye û wiha got "Ev biryarên AYM û DMME teqez biryarên siyasî ne û wiha lê zêde kir: "Roboskî li vî welatî ne cihekî serbixwe ye. Polîtîkayên hatin meşandin, li Roboskî qat bi qat zêde hat kirin. Ziyareta malbatan a goristanan qedexe kirin. Xwestin bi zorê malbat bibin cerdevan. Doz bê encam hiştin. Ji bo em vê doz û darizandinê ji nûve zindî bikin em têdikoşin. Ev yek dê hêviyê ji nûve zindî bike. 
 
DIBE KU ROBOSKÎ BIBE DESTPÊKEK 
 
Encu, anî ziman ku dê di 28'ê Kanûnê de 24 kesan li Goristana Roboskî bibîr bînin û wiha got: "Piştî facîaya hiqûqê ev dê bibe bîranîna duyemîn. Em dê li vir bixwazin ku berpirsiyarên komkujiya Roboskî bên darizandin û cezakirin. Em dê li vir daxwazek xurt a edaletê bînin ziman. Biryara têkoşînê em ê nîşan bidin. Piştî malbat biryara têkoşînê bidin, kesên bixwazin bi me malbatan re di nava piştevaniyê de bin, divê bên Roboskî û beşdarî merasimê bibin. Ger ku em li Roboskî li ser goran îtîrazek xurt nîşan bidin, dibe ku ev bibe destpêk. Em dixwazin vê destpêkê li Roboskiyê dest pê bikin.Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk dikin ku li cem me cihê xwe bigirin. Em dixwazin têkoşina hiqûq û edaletê ji nûve zindî bikin. Em bang dikin ku em têkoşîna edalet û hiqûqê ji berê hêztir bikin." 
 
 
Leyla Encu ya kurê xwe yê 19 salî Şervan Encu winda kir jî wiha got: "34  kesên hatin kuştin ji bo torbeyek şekir û bîdonek mazot bînin hatin kuştin. Beriya komkujiyê zarok li pêş çavên eskeran çûn û hatin. Dema çûn neketin nava fikara ku dê esker me bigirin. J xeynî şekir, birinç, mazotê tu barê wan tune bû. Zarokên me wê zivistanê di bin wê berfê de hatin kuştin. Ma qet wîcdanê wan naêşe?" Faîlê zarokên me Erdogan e. 
 
Yên ku li Roboskî komkujî kirin, li Kobanê, Girê Spî dîsa komkujî kirin. Hêj cînayetan didomînin. Ez dê çawa vê yekê ji bîr bikim. Ma ez nizanim çima Şervanê min kuştin. Ez ê çawa ji bîr bikim. Heta hesab ji kujeran bê pirsîn emê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 
'EM JI BÎR NAKIN'
 
Xizmên kesên hatin kuştin Nadîr Alma, Halime Encu jî diyar kirin ku ew tu carî vê komkujiyê ji bîr nakin û heta edalet pêk bê û kujer bên darizandin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Malbatan xwest her kes li dijî vê zilmê raweste û kuştin bi dawî bibe. Malbatan bang li her kesî kir ku piştgirî û piştevaniyê xurt bikin. 
 
MA / Ahmet Kanbal - Mujdat Can