Aktorên qadê yên Tirkiyeyê komên selefî di zôrê de ne!

img

ÎDLIB - Komên selefî ku di polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Tirkiyeyê de aktorên qadê ne, li Îdlibê asê bûn. Tirkiye ku ji bo parastina van koman dengê xwe nagihîne rojava, vê carê li deriyê Rûsyayê çareseriyê digere.  

Tirkiye, ji sala 2011'an ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir ve razemenî ji bo Brayên Misliman (Îxvan) kir, bi demê re rêxistinên radîkal ên selefî El Nûsra ku koka xwe ji El Qaîdeyê ye û DAIŞ'ê re kar girt. Tirkiye, hatiye wê astê ku nikare komên xwe yên ku li Îdliba wergerandiye meseleya hebûn-nebûnê kom kiriye biparêze. 
 
ÇIMA KOM GIRÎNG IN? 
 
Van komên selefî (Di serî de El Nûsra û Ehrar El Şam) ku berê li Hama, Himis, Gûta û Helebê jî hebûn û ji ber zextên Rûsyayê, ji aliyê Tirkiyeyê ve li Îdlibê hatibûn bicihkirin û cihên wan terkî rejîmê hatibûn kirin, niha nikarin xwe li ber êrîşên rejîm ên bi piştgiriya Rûsyayê bigirin. 
 
Van komên ku piştgirî ji Tirkiyeyê digirin, beriya niha di êrîşên bi ser Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrînê de hatine bikaranîn, cih cih navê wan di êrîşên li dijî berxwedanên xwerêveberiyan de jî derbas bûbû, herî dawî di êrîşên li ser Grê Spî û Serêkaniyê de jî cih girtibûn. 
 
PIRSGIRÊKA LÎBYAYÊ 
 
Tirkiye ku hewl dide bi destê van komên mijara gotinê ne teşe bide polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn, dixwaze di peymana ku bi Hikûmeta Mûtabakata Neteweyî ya li dijî Artêşa Lîbyayê ya di bin serokatiya General Hafter ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire li paytext Trablûsê asû maye re îmze kir de van koman weke aktora qadê bi kar bîne. 
 
KOM STRATEJÎK IN
 
Di vê çarçoveyê de polîtîkaya Sûriye û Lîbyayê ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û desthilata AKP'ê ve stratejîk tê destgirtin, komên selefî yên mijara gotinê ne wergeriyane meseleya hebûn-nebûnê. Parastin û bikaranîna van koman a qadê ji aliyê Tirkiyeyê ve li navenda polîtîkaya Rojhilata Navîn hatine bichikirin. 
 
PIRGIRÊKA IDLÎBÊ 
 
Peymana Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya li ser Grê Spî û Serêkaniyê de li aliyekî, gelek carên Rûsyayê ve tîne ziman ku Tirkiye lihevkirina Îdlibê ya di navbera wan de bin pê dike. Tirkiye ku peywira dûrxistina van koman a ji rêyên M5 û M4 jê re hatibû diyarkirin, piştgiriyeke mezin da belavkirina van koman a Idlîbê. Li dijî vê yekê li gel ku bû çend car rejîm ku piştigiriyê ji Rûsyayê digire bi ser Idlîbê de diçe jî nikare Tirkiya ku piştgirî ji Amerîka û NATO'yê digire derbas bike. 
 
HESABÊ KOBEN Û MINBICÊ 
 
Tirkiye van koman diparêze û ji wan re dibêje ku 'sivîl in'. Her wiha beranberî vê yekê Amerîka û NATO jî dst bi gotina 'çekên kîmyewî' kirin. Amerîka û NATO, armanc dikin ku pêşî li berbelavbûna Rûsyayê bigirin, di tûrikê Tirkiyeyê de jî komên ku piştgirî dide wan hene. Rûsya jî ji bo ku dakeve Behra Spî û li Rojhilata Navîn bi cih bibe, pêwistiya wê bi Tirkiyeyê heye. Tirkiye ku sûd ji vê hevsengiyê digire, dixwaze ku van komên selefî ji Idlîbê heta Serêkaniyê berbelav bike. Astengiya li pêşiya xwe gihandina vê armancê ya Tirkiyeyê Koban û Minbic in. 
 
TIRKIYE TÊR NABE
 
Rûsya, ji ber nebianîna cih a sozên Idlîbê û pêngava Lîbyayê ya Tirkiyeyê, careke din rejîmê kir nav liv û tevgerê. Li Idlîbê nêzî 50 gund ji komên selefî hatin rizgarkirin û baregeha Tirkiyeyê ya li Maret El-Nûmanê hat dorpêçkirin. Her çiqas Tirkiye dixwaze careke din bi qertê sivîlan bilîze jî vê carê Amerîka û NATO weke carên berê dengê wê zû nabihîstin. 
 
GELO POLÎTÎKAYA 'DERIYÊ VEKIRÎ' ÎFLAS KIR?
 
Tirkiye ku bi salan bi polîtîkaya 'deriyê vekirî' her sûriyeyî ku berê xwe didayê digirt, ji êrîşa li ser Efrînê ve terka vê polîtîkayê kiriye. Tirkiye ku 4 milyon sûriyeyiyan girtiye welatên xwe û dem deman bi wan gefan li welatên Ewropa dixwe, niha sûriyeyiyên Idlibê nagire. Her wiha Erdogan, ji bo Idlibê bi van gotinan, 'Idlib, pirsgirêkeke navneteweyî ye. Em nikarin bi tena serê xwe barê penaberan hilbigirin.' gef li welatên Ewropayê xwar. 
 
WÊ RÛSYA ÇI BIKE?
 
Ji ber ku van gefên Tirkiyeyê ji aliyê Ewropa û Amerîkayê ve nehatin bihîst, heyetek Tirkiyeyê çû Rûsyayê û daxwaz kir ku Rûsya bi komên selefî re peymaneke agirbestê îmze bike. Her çiqa Rûsya daxwaziya 'Me bi Tirkiyeyê re li hev kir' bide jî operasyona li ser Idlîbê bi dawî nebûye. Ev jî îhtîmaleke peymaneke nû ya di mijara Lîbya û Koban û Minbicê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derdixe holê. 
 
Ev hemû tişt û operasyona ku li Idlîbê didome, nîşan dide ku hê jî hesabên serdestan li Sûriyeyê bi dawî nebûne. Ev naqoqî nîşane ne ku dê şerê Sûriyeyê hê demekê jî bidome. 
 
MA / Nazim Daştan