Rojhilata Navîn ketiye etra canê xwe Tirkiye ketiye etra ‘YPG’ê

img
KOBANÊ - Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê li Sûriyeyê xist rewşek din. Planên nû ketin nava liv tevgerê.  Rûsya û Tirkiye di mijara Libyayê de ketin nava nakokiyan û şirîkatiya wan şolî bû. Hesbê DYA û Welatên Ewropa jî dixwaze ku Tirkiye ji Rûsya qut bike. Tirkiye jî ketiye etrağ YPG'ê ku di lîsteya 'terorê' de bi cih bikin.
 
Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer da destpêkirin. Piştî şerê Tirkiyeyê yê li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê Hikûmeta AKP'ê Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê (SMO) bi TSK'ê ve girêda û ligel TSK'ê êrîşî rojava kir. SMO ku piştgirî û hevkariya TSK'ê dike ji Eyn Îsa heta Til Temirê li ser rêya M4 Navneteweyî êrîşên xwe zêde kir. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê şerê li Sûriye xist astek din. DYA û Hêzên Ewropa hewl didin ku Tirkiye ji Rûsya qut bike, Rûsya jî hewl dide ku YPG'ê wekî "Teror" bê pênasekirin. 
 
Tirkiye operasyonên xwe yên li herêmê fireh dike û niha jî armanc dike ku eskeran bişîne ij Lîbya re. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hewl dide ku li Girê Spî û Serêkaniyê parastina pergala xwe xurt bike û pergalê biparêz. Di hedefa TSK û SMO de rêya M4 ya navneteweyî heye. Êrîşên TSK'ê û MSO yên li ser vê xetê berdewam dikin. Armanc dike ku herêma Cizîrê û Firatê ji hev qut bike. 
 
HEVDÎTINÊN ENKS'Ê 
 
Rêveberiya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hewl dide li dijî êrîşan diplomasiyê pêş bixe û hevdîtinên wê yên bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo yekîtiya neteweya kurd didomin. Li aliyê din bi partiyên Kurd re hevdîtin dikin. Xebatên siyasî yên herêmê rê li pêş hevdîtinên Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) vekir. Di demên ebrê de li Rojava ji ber sedemên cuda hin endamên ENKS'ê qut bûbûn. Astengiyên li pêş endamên ENKS'ê hatin rakirin. Li aliyê din hevdîtinên li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê û Ewropa xebatên yekîtiya neteweyî didomin. 
 
LIHEVKIRINA LÎBYA 
 
Polîtikayên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorê li ser hevsengiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê jî dike. Tirkiye û Rûsya li Idlibê negihiştin encamekê û li hev nekirin. Niha ev nakokî li Libyayê kûrtir dibin. Rusya li dijî NATO karta Tirkiyeyê bi baldarî bikar tîne. Tirkiye jî pir tacîzkar nêzîk dibe. Lê hêzên ku li dijî Libya de eniya şer de cih digire, polîtîkayên dijber pêş dixin. Artêşa Neteweyî ya Lîbya ku di fermandariya Xelîfe Hafter de ye, li dijî Hikûmeta Mutabakata Neteweyî ku Tirkiye û Katar piştgiriyê dide wê operasyona Trablusê da destpêkirin. Trablus, wekî cihê dawî yê di destê Hêzên UMH'ê ya ku Tirkiye piştgiriyê didê tê zanîn. Tirkiye ya xwast di ser Libya re li ser Rojhilatê Derya Sipî serdestiyê ava bike, li li vir hêza Yunanistan, Misir, Îsraîl û gelek hêzên navneteweyî dît. Tirkiye ji bo li vir polîtîkayênk xwe têxe meriyetê xwest eskerên xwe bişîne Libyayê. Dema Tirkiye eskeran bişîne Lîbyayê dê di serî de qada Sûriyeyê û gelek herêmên din bi bandor bike. 
 
NATO KET NAVA TEVGERÊ 
 
Di vê serdema ku di navbera Tirkiye û Rûsya de nakokî zêde bûn, NATO jî ket nava tevgerê û dixwaze Tirkiye bêtir ji Rûsya dûr bixe. Hem DYA û hem jî hêzên Ewropa ji bo Tirkiye bêtir ji Rûsya dûr bixe polîtîkayan pêş dixe. Tirkiye jî li dijî vê yekê şert datîne pêşiya NATO û dixwaze NATO YPG'ê têxe "Listeya  rêxistina terorê" Lê Tirkiye di vê meseleyê de encam nagire. Tirkiye ku bi DYA re di nava rageşiyê de ye, mijara S-400'ê kir mijara bazarê. 
 
MA / Nazim Daştan