Hesabên Amerîka û Rûsya Şerê Sûriyeyê kûrtir dike

img

GRÊ SPÎ - Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji Adara 2011'an ve didome, bi êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku Amerîka û Rûsya di pevçûnên xwe yên berjewnediyan de wê bi kar tînin, kûrtir bû. Amerîka dixwaze li ser qadên petrolê û Rûsya jî dixwaze li ser navendên enerjiyê serwer bibe. Reveberiya Xweser û QSD ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe didin jî ji bo parastina pergala ku ava kirine, bi gelek welatên Ewropayê re di nav têkiliyê de ne. 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kirin, didomin. Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên paramîlîter ên ku di bin sîwana Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de li hev kom bûne, ji Eyn Îsayê heta Til Temirê li ser rêya M4'an zêde bûne. Bi êrîşên dawîn re Grê Spî û Serêkaniyê ketin bi serweriya TSK û SMO'yê û bi sed hezaran kesên ku li van deran dijiyan ji cih û warên xwe koçber bûn. Bi ketina van her du bajaran re şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî asteke din. Bi nûkirina planên hêzên navdewletî û herêmî yên têkildarî Rojhilata Navîn re hevsengî guherîn û krîza Sûriyeyê kûrtir bû. 
 
Tirkiye ku erêkirina Amerîka û Rûsyayê û hêzên din êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, armanc dike ku qada di bin serweriya xwe de fireh bike. Li gorî vê yekê, Eyn Îsa ku niha êrîş lê dijwar bûne, derdora wê û tevahiya herêma Firatê di hedefê de ye. 
 
HESABÊ YPG'Ê YÊN TIRKIYEYÊ
 
Tirkiye ku xwe ji bo Civîna Bilind a NATO'yê ku dê di navbera 3 û 4'ê Kanûnê de li paytexta Îngilistan Londrayê bê lidarxistin û civîna ku tê plankirin di demeke nêz de li paytexta Almanya Berlînê bi Almanya, Fransa û Îngilistanê re li dar bixe amade dike, ji bo ku di van civînan de YPG'ê tevlî nav lîsteya rêxistinên terorê bike, dest bi xebatên dîplomatîk kir. Tirkiye, dixwaze ku bi vê gavê operasyona xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşrû bike. Lê ji ber ku di serî de ji Fransa û hên hêzên din bersiva xwe ya têkildarî mijarê girtiye, hem di hêla siyasî hem jî di hêla aboriyê de bi zehmetiyan re rû bi rû ye. 
 
ÊRÎŞ DIDOMIN 
 
Tirkiye, li gel hebûna rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Li gorî rewşa ku nû derketiye holê, QSD, ji Herêma Cizîrê, Dêrik, Rîmelan, Girkê Legê; ji Qamişloyê heta Hesekê ji vir jî heta Dêra Zorê bi koalîsyonê re tev digere. Li Minbîc, Kobanê, Eyn Îsa û beşeke Reqayê ya Herêma Firatê ji bi Rûsyayê re tevdigere. Li gorî vê têkiliyê, Amerîka dixwaze li ser qadên petrolê û Rûsya jî dixwaze li ser navendên enerjiyê ku bendav lê ne serwer bibe.
 
HEVDÎTINÊN DESTÛRA BINGEHÎN XITIMÎN
 
Hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku bêyî tevlîbûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de dihatin birêvebirin, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li ser herêmê xitimîn. Heyeta Hikûmeta Sûriyeyê, ji civînên ku nûnerên komên selefî jî hatibûn vexwendin vekişiya. 
 
HEMLEYÊN QSD'Ê
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD ku amadekariyên xwe yên ji bo şerê ku tê xwestin li Sûriyeyê bê kûrkirin dikin, hewl didin bi berxwedana gelên herêmê planan vala derxin. Pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li seranserê Cîhanê hêzên demokrasiyê lê xwedî derketin, bi berxwedana ku dide û bi avakirina tifaq û hevsengiyên nû di nav xebatên siyasî û dîplomatîk de ye. Tê gotin ku bi gelek hêzên Ewropî re têkilî hatine danîn. 
 
MA / Nazim Daştan